AYM’ê serlêdana ‘Can Atalay’ sewqî Civata Giştî kir

AYM’ê serlêdana îhlalê ya ji bo Can Atalay hatî kirin, sewqî Civata Giştî kir.

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), ji bo Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay ku girtî ye, biryara binpêkirina maf dabû. Ji ber ku bi biryarê nehate kirin, cara duyemîn serlêdan hate kirin. AYM’ê serlêdan nirxand û serlêdana binpêkirinê ji Civata Giştî ya Parlamentê re şand. Di daxuyaniya têkildarî mijarê de wiha hate gotin: “Serlêdana Can Atalay ku di beşa yekemîn de hevdîtin li ser hatibûn kirin bi piraniya dengan sewqî Civata Giştî hate kirin.”