Azadiya îfade û hunerê bi qanûnan hat astengkirin
Di sala 2023’an de bi qanûna dezenformasyonê re li ser rojnameger û gelan zexta azadiya îfadeyê hat meşandin. Hunermend hatin kuştin, girtin an jî pêşandan û hunerên wan hatin astengkirin.
Di sala 2023’an de bi qanûna dezenformasyonê re li ser rojnameger û gelan zexta azadiya îfadeyê hat meşandin. Hunermend hatin kuştin, girtin an jî pêşandan û hunerên wan hatin astengkirin.
Li Tirkiyeyê binpêkirineke din a mafên mirovan di aliyê îfade û hunerê de rû da. Binpêkirinên azadiya îfadekirinê û zext pêşî bandorê li ser rojnamevanan kir jî, bi taybetî piştî 'qanûna dezenformasyonê' li ser hemû beşên civakê hatin sepandin.
Sala 2023’an yek ji wan salên ku rojnamevan di aliyê ragihandina nûçeyên azad de herî zêde zehmetî kişandin. Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) bi rapora li Tirkiyeyê Rojnamevanî: di beşa Ez xwe di ewlehiyê de nabînim de ji 10 rojnamevanan 9 rojnamevan xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Rapora ku li ser 57 rojnamevanan xebat meşandiye, ji sedî 70.2’ê jê xema ku ’bên binçavkirin an jî girtin’ bi wan re heye. Li gorî raporê piraniya rojnamevanan ji ber nûçeyên ku dinivîsin an dişopînin an rastî tundiya qanûnê tên an jî bi êrîşên rayedarên dewletê rûbirû dimînin û hedef tên nîşandan.
Her wiha li gorî daneyên MLSA’yê heta 19’ê Kanûna 2023’an li Tirkiyeyê bi giştî 37 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê di girtîgehê de ne û ji wan herî kêm 13 jê mehkûm in.
Li gorî rapora hevpar a ÎHD û TÎHV'ê, di 11 mehên sala 2023’an de rewşa xebatkarên çapemeniyê û azadiya ramanê wiha ye:
• 84 rojnamevan hatin binçavkirin, 19 rojnamevan hatin girtin. Rojnamevanek hat dersînorkirin, Ketina welat ya rojnamevanek jî hat astengkirin.
• Herî kêm 10 rojnamevan bi êrîşê re rûbirû man, di encamê de herî kêm 6 rojnamevan birîndar bûn. 9 rojnamevan hatin tehdîtkirin.
• Der barê 34 rojnamevanan de lêpirsîn hat destpêkirin. Dozên li 225 xebatkarên çapemeniyê hatibûn vekirin, 85 jê danişîna wan hat dîtin.
• 3446 naverok û 362 malper hatin astengkirin.
• 4 jê zarok 1731 kes bi hinceta parvekirinên medyaya dijîtal hatin binçavkirin, 457 kes hatin girtin, 29 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Di heman serdemê de jî;
• Li 43 kanalan cezayê îdarî, li 38 kanalan sekinandina bernameyan û 7 rojan weşana kanalekê hat sekinandin.
• Hêzên ewlehiyê girtin ser weşanxaneyekê, şîrketeke dehêneriyê û buroyeke rojnameyê.
• Biryara desteserkirina 8 pirtûkan û li ser 2 pirtûkên zarokan jî biryara qedexekirinê hat dayîn.
• 28 hunermendên der barê wan de doz hatibûn vekirin, hatin darizandin.
Ji aliyê din ve, par qanûna bi hejmara 7418'an a ku di Zagona Çapemeniyê ya bi navê "Qanûna Dezenformasyonê" de ku di 18'ê Cotmeha 2022'an de di rojnameya fermî ya bi hejmara 31987'an de hat weşandin de hin guhertin hatibûn kirin û rê li ber zextên li ser azadiya îfadeyê bi taybetî rojnamevanan û civakê vekiribû.
Li gorî tesbîtên TÎHV'ê di 11 mehên destpêkê yên sala 2023’yan de bi hinceta 'agahiyên xapînok belav kirine';
• 12 jê rojnamevan herî kêm 24 kes hatin binçavkirin.
• Derbarê 9 jê rojnamevan herî kêm 11 kesan de lêpirsîn hatin vekirin.
• Derbarê herî kêm 7 kesan de doz hatin vekirin. 10 meh cezayê girtîgehê li kesekî hat birîn.
Di dozên ku di 11 mehên ewil ên sala 2023’an de hatibûn vekirin de herî kêm 33 kes ji ber sûcê heqareta li Serokkomar ku bi salan e di çarçoveya azadiya ramanê de tê nîqaşkirin, hatin darizandin. Bi heman hincetê 5 kes hatin binçavkirin, zarokek jî di nav de 3 kes hatin girtin.
Li gorî daneyên "Rapora Bernameya Şopandina Dozên 2023’an a Dozên Azadiya Îfadeyê” ya ku ji aliyê çavdêrên MLSA'yê ve di 22'ê Kanûnê de hat aşkerakirin. MLSA’yê li 20 bajaran 233 doz şopandin û ji wan dozan 1646 kes hatin darizandin. Di vê serdemê de 116 kesên ji 32 dozan dihatin darizan de bi tevahî 217 sal, 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li wan birîn. Li 23 rojnamevanên ji 17 dozên rojnamevaniyê dihatin darizandin, 67 sal û 8 meh û 12 roj cezayê girtîgehê li wan birîn. Di 6 dozên ku biryar hat dayîn de ji bo 12 kesan 75 hezar û 126 TL cezaya edlî hat birîn û 59 doz jî bi beraatê bi encam bûin.
Li gorî rapora MLSA’yê ya di navbera Îlona 2021-Tîrmeha 2022’an de hatibû eşkerekirin de rêjeya kesên girtî tên darizandin ji sedî 150 zêde bû. Li gorî raporê 29 jê rojnameger 30 kes hatin binçavkirin. Li Enqereyê 11 û li Amedê jî 15 rojnamevan hatin girtin.
Di raporê de 314 rojnamevan di 154 dozan de wek bersûc hatin darizandin. Ji van dozan 133 (ji sedî 57) dozên ku tenê ji ber sedemên rojnamevaniyê hatine vekirin, weke ragihandin û weşandina nûçeyan hatine vekirin. Rojnamevanên ku ji ber nûçe û çalakiyên aştiyane dişopandin hatin binçavkirin û tevî çalakgeran bi îdiaya "Binpêkirina Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a Hejmara 2911’an" hatin darizandin; hin dozên der barê rojnamevanan de bi vê îdiayê hatin vekirin.
Di dozên ku rojnamevan hatin darizandin de sûcdariya "terorê" herî zêde ji sedî 43 bû. Rojnamevan di 29 dozan de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê", di 15 dozan de "endamtiya rêxistinê" û di 10 dozan de jî "meqamên cemaweriyê yên di têkoşîna li dijî terorê de cih digirin hedef nîşan dane” hatin darizandin.
Di van dozan de rojnamevan herî zêde bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatin cezakirin; bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bi giştî 28 sal û 9 roj, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" bi giştî 15 sal û 6 meh û 28 roj cezayê girtîgehê li wan hat birîn.
Ji 90 delîlên cuda yên di dozên der barê rojnamevanan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin pêşkêşkirin, 20 (ji sedî 22) nûçe û 11 (ji sedî 12) jî parvekirinên medyaya dijîtal in. Di çarçoveya "Qanûna Dezenformasyonê" de der barê 26 rojnamevanan de lêpirsîn hat vekirin, 6 rojnamevan hatin binçavkirin û herî kêm 4 rojnamevan hatin girtin.
HUNERMENDAN HEDEF NÎŞAN DAN
Di sala 2023’an de jî gelek berhem û çalakiyên hunerî hatin qedexekirin. Li gorî bultena 2023’an a ku Sanat Fabrîkayê amade kiriye, di çand û hunerê de tiştên qewimîne wiha ne:
• Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê hatin binçavkirin.
• Grafîker Mahîr Akkoyunlu ji ber dîzaynên xwe hedef hat nîşandan û hat binçavkirin.
• Hunermend Onur Şener ji ber ku strana ku jê dihat xwestin lê negot hat kuştin.
• Şaredariya Derînce ya Kocaeliyê konsera Aynur Dogan a ku di medyaya dijîtal de hedef nîşan dabû, betal kir.
• Walîtiya Mêrsînê 20 saet beriya pêşandana lîstika şanoya kurdî ya Tartuffe ku beriya niha hatibû qebûlkirin, betal kir.
• Derbarê stranbêj Gulşen de bi îdiaya 'gel tehrîkî kîn û nifrînê kiriye’ doz hat vekirin. Jiyanan wê, cil û bergên wê hedef hatin nîşandan.
• Hunermendê Kurd ê kolanan Cîhan Aymaz li Kadikoya Stenbolê bi hinceta ku strana ku jê dihat xwestin negotiye hate kuştin.
• Konsera stranbêj Melek Mosso bi hinceta ku ‘ne li gori bawerî û kevneşopiya gel e' û teşwîqî 'bêexlaqiyê' dike, hat betalkirin.
• Pêşangeha ArtÎstanbul a ku li Eyub Feshane ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê vebû, bi hinceta 'propagandaya LGBTI+’an dike' rastî êrîşê hat û demekê girtî ma.
• 60’emîn Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê îsal ji ber ku derhêner Necla Demîrcî belgefîlma 'Di Hukmê Qanûnê de' ji ber sansurê ji bernameyê hat derxistin, hemû fîlm û jûrî ji mîhrîcanê vekişiyan.
• Fîlmê 'Pride' ku ji aliyê BEKSAV'ê ve dihat plankirin dê bihata nîşandan hat qedexekirin. Aktîvîstên LGBTI+ û endamên weqfê hatin binçavkirin.
• Pêşandana 'Zarokê/a Min' a Klûba Sînemaya Bogazîçiyê ku li ser LGBTI+yan û Can Candan ê ku demekê li dibistanê mamostetî dikir û ji aliyê rektorê qeyûm ve ji kar hatibû avêtin, ji aliyê dibistanê ve hat astengkirin.