Bartin: Divê li Îmraliyê hiqûq bi cih bê anîn
Parlamentera Colemêrgê ya HEDEP'ê Oznûr Bartin xwest, daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bi cih bêne anîn û got, "Divê hiqûq bê bicihanîn, hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re bê kirin."
Parlamentera Colemêrgê ya HEDEP'ê Oznûr Bartin xwest, daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bi cih bêne anîn û got, "Divê hiqûq bê bicihanîn, hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re bê kirin."
Parlamentera Colemêrgê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Oznûr Bartin li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî. Bartin bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd ji bo çareseriya pirsgirêkên bingehîn bi taybetî jî pirsgirêka Kurd perspektîfeke çareseriyê ya rasteqîn, mayinde, wekhev, demokratîk û aştiyane destnîşan dike û her firsendê diyar dike ku ji bo vê yekê ew amade ye. Bartin got, "Qedexeya hevdîtinan a ku li Birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, tercîha vê desthilatdariyê ye ku xwe ji yekperestî, faşîzm, zext, şer û talanê xwedî dike. Mixabin ji ber ku mejiyekî bi vî rengî Tirkiyeyê bi rê ve dibe, 33 meh in têkilî bi Birêz Abdullah Ocalan re nayê danîn, agahî jê û girtiyên li gel wî nayê wergirtin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de astengkirina wergirtina agahiyek ji Îmraliyê ji bilî pêşîvekirina li krîzên mezin ên civakî nayê wateyeke cuda. Tê wateya kûrbûna êş û şer, zêdebûna windahiyan û kuştina mirovan."
JI PIRSGIRÊKA KURD NE CUDA YE
Bartin diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hate destpêkirin û li tevahiya civakê hatiye belavkirin, ji pirsgirêka Kurd cuda nîne û wiha dewam kir, "Tecrîd ji mejiyê mîlîtarîst cuda nîne ku li şûna çareseriya demokratîk polîtîkayên ewlekarîperestiyê li ser pirsgirêka Kurd ferz dike. Desthilatdarî dijminatiya li Kurdan û şerê li dijî Kurdan gihandiye asteke nû û jê heye ku wê karibe pirsgirêka Kurd ji holê rake, bike ku Kurd dest ji daxwazên xwe yên statuyê berdin û têkoşîna me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan lawaz bike, lê belê xwe dixapîne. Rêbazên bi heman rengî ji aliyê desthilatdariyên beriya niha ve jî gelek caran hatin ceribandin, lê bi ser neketin. Ya ku divê desthilatdarî bike ew e ku ji bo pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên bingehîn ên welêt çareseriyeke rasteqîn biafirîne. Rêya vê yekê jî rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e, pêkanîna rêbazên demokratîk e."
TECRÎD LI HER QADÊ BELAV BÛ
Bartin ragihand ku bandora tecrîda li Îmraliyê li her qadê tê dîtin û got, "Ji binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan heta bi sûcên li dijî jin û zarokan, ji zext û êrîşên li ser rêxistinên girseyî yên demokratîk heta bi bikaranîna çavkaniyan ji bo şer, ji qirkirina ekolojiyê heta bi talankirina kedê bandora tecrîdê li her derê heye. Bi belavkirina tecrîdê desthilatdarî tundî û zextê li ser tevahiya civakê dike. Bi vî rengî dixwaze ku civakê kontrol bike. Desthilatdarî bi vê rêbazê her roj bêhtir ji demokrasî, hiqûq, azadî, wijdan û edaletê dûr dikeve û temenê xwe spartiye vê rêbazê. Destilatdariyên siyasî yên xwedî vê armanc û mejî, herî zêde dijminatiyê li Kurdan dikin û êrîşî destketiyên Kurdan dikin. Dema ku mijar êrîşên li dijî Kurdan û tevgera siyasî ya Kurd be, gelek hêzên ku xwe muxalîf nîşan didin bêdeng dibin, pêşî li tundiyê vedikin. Dawiya dawî bi wan re civak jî winda dike. Ji ber vê yekê divê her beşa civakê li ber tecrîdê rabe. Naxwe welat serberjêr dibe û hilweşîneke mezin li benda her kesî ye."
STATU Û EWLEHIYA DESTÛRA BINGEHÎNÎ
Bartin anî ziman ku pirsgirêka Kurd ji ragihandina komarê û vir ve pirsgirêka bingehîn a welêt e, her wiha gelek pirsgirêk bi xwe re anî û got, "Ev pirsgirêk 100 sal in li benda çareseriyê ye, ji ber ku nehatiye çareserkirin gelek encamên ku telafiya wan nabe, afirandiye. Mirin, êş, êşkence, kuştinên kiryar nediyar, hilweşîn li vê axê bi tundî pêk hatin, pêk tên. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bêguman berdêla herî mezin ji aliyê Kurdan ve hate dayin û hîn jî didin. Mînaka herî bi êş a vê yekê jî windahiyên me yên di çalakiyên greva birçîbûnê de ne. Li hemberî israra dewletê ya di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de, li hemberî polîtîkaya tecrîdê ya ku desthilatdariyê li Îmraliyê xistiye dewrê gelek çalakiyên greva birçîbûnê pêk hatin. Di van çalakiyan de windahiyên mezin çêbûn. Her greva birçîbûnê ji ber tecrîdê ji neçarî destpêkirin. Fedakirina canê xwe rêbaza herî giran a têkoşînê ye. Daxwaza Kurdan çi ye? Statu û ewlehiya destûra bingehîn e. Em bi dengekî bilind bibêjin; heta ku ev daxwaz bi cih bêne anîn, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk were Kurd û piştevanên têkoşîna azadiyê ya Kurdan wê li her derê, di nava her şert û mercî de heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin, ti carî dest ji mafên xwe bernedin."
ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA AZADIYÊ DIVÊ BÊNE RAKIRIN
Bartin bal kişand ser greva birçîbûnê ku 27'ê Mijdarê li girtîgehên Tirkiyeyê destpê kirin û got, "Ev çalakî dewama xeta têkoşîna heyî ye. Meşa Gemlîkê ya 18'ê Mijdarê, meşa koma me ya beriya niya ya meclîsê ber bi Wezareta Edaletê û çalakiya nobedê ya li meclîsê ku nêzî 2 mehan dewam kir, gelek çalakiyên me yên di vê mijarê de dewam, israr û biryardariya li ser xeta vê têkoşînê ye. Bi vê wesîleyê em bang li desthilatdariyê dikin; banga girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne banga 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ye. Divê tavilê gav bê avêtin, destûr ji hevdîtina bi Birêz Ocalan re bê dayin, hiqûq bê bicihanîn. Divê astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ji holê bêne rakirin. Pêşî li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re bê vekirin. Kiryarên bêhiqûqî yên li derveyî vê yekê, polîtîkaya mijûlkirinê nayê qebûlkirin."