Bazên Metropolan: Me tu tehemul ji dewleta Tirk û hevkarên wê re nemaye
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Kasim Engîn a Bazên Metropolan ragihand ku li navçeya Artemêtê ya Wanê, maleke bazirganê tiryakê, bi madeyên hişbir daye ber agir.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Kasim Engîn a Bazên Metropolan ragihand ku li navçeya Artemêtê ya Wanê, maleke bazirganê tiryakê, bi madeyên hişbir daye ber agir.
Yekîneya Şehîd Kasim Engîn ku daxuyaniyeke nîvîskî da û da zanîn ku roja 18’ê Cotmehê saet di 23.00’an de li taxa Koyîçî ya navçeya Artemêtê ya Wanê, mala Şivan Babat ê bazirganê tiryakê û hevkarê dewleta Tirk, tevî madeyên hişbir ên di malê de, daye ber agir.
Di dewama daxuyaniyê de ev tiş hatin diyarkirin: “Berxwedana destanî ya li Zap, Avaşîn û Metînayê ji bo me cihê îlhamê ye. Bila gelê me bizane ku em li dijî êrîşên nemerdane yên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gerîlayên me yên qehreman, bêdeng namînin. Êdî tu tehemula me ji nemerdên dewleta Tirk û hêzên wê yên hevkar re nemaye.
Bila dewleta Tirk û hevkarên wê yên nemerd, bizanin em ê derfetên herî kêm ên destên xwe de bi kar bînin û hesab ji dewleta Tirk û hevkarên wê yên nemerd bixwazin. Hewildana birîna nefesa gerîlayên me yên qehreman, hewildana birîna nefesa me ye. Bi hewildana tunekirina gerîlayên me yên qehreman, dikevin hewila tunekirina hemû gelê me. Yekbûna bi berxwedana bi rûmet a gerîlayên me re, berpirsyariya ewil a welatparêzbûnê ye. Em ê dewleta Tirk û hevkarên wê ku hewil didin gerîlayên me yên qehreman tune bikin, di her fersendê de ji xwe re bikin hedef.
Wê her kes têbigihîje bê ka berxwedana gerîlayên me yên qehreman, çiqas pîroz e û wê her kes nas bike em ên hewil didin bi wê pîroziyê re bibin yek…“