'Bêdengiya navneteweyî ya li pêşberî êrîşên li ser Şengalê, şermeke mezin e'

CEO ya Women for Justice Dr. Leyla Ferman bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrîşên hewayî yên li ser Şengalê weke şermeke mezin pênase kir û got, ji bo li hemberî dewleta Tirk doz bê vekirin, ew dixebitin.

Kurd ji ber ku weke gelekî bêdewlet di nava sînorên çar welatan de ne, giliyên wan ji aliyê saziyên navneteweyî ve nayên dîtin. Weke şert tê ferzkirin ku gilîkirin divê ji aliyê mekanîzmaya dewletekê ve bê kirin. Heta niha tenê Iraqê carekê gilî kiriye. Dewleta Iraqê êrîşa dewleta Tirk a 20'ê Tîrmeha 2022'an a li ser gundekî ger û geştê yê Zaxoyê xist rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî. Di vê êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de zarok jî di nav de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, gelek kes jî birîndar bûbûn. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî bêyî ku navê dewleta Tirk bilêv bike, êrîş şermezar kiribû. Lê belê heta niha têkildarî vê serlêdanê encamek bi dest neketiye.

Giliyê duyemîn jî ji aliyê Woman For Justice ve li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku sazî li Elmanyayê ji bo jinên Êzidî yên mexdûrên fermanê dixebite. Dewleta Tirk di 17'ê Tebaxa 2021'ê de sê caran bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êrîşî Navenda Tenduristiyê ya Sikêniyê ya li Şengalê kiribû. Di vê êrîşê de xebatkarên tenduristiyê di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûbûn. Giliyê 4 mexdûrên vê êrîşê yên bi saxî rizgar bûn, bi rêya serokê Yekîneya Hesabdayinê ya Îngilistanê Aarîf Abraham, parêzer Tatyana Eatwell û Soraya Baûwens ve ji Komîteya Neteweyên Yekbûyî re hatibû ragihandin. Parêzer Abraham gilîkirin weke 'dozeke krîtîk û sembolîk' pênase kiribû.

'BÊDENGIYA CIVAKA NAVNETEWEYÎ CIHÊ ŞERMÊ YE'

CEO ya Women for Justice Dr. Leyla Ferman têkildarî prosedura serlêdanê got, "Me li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî gilî kirin. Heta niha li benda bersivê ne. Li gorî prosedurê, komîte vê vê gilîkirinê bi dewleta Tirk re parve bike û bersivekê jê bixwaze. Em nizanin ku ev bersiv wê kengî bê. Piştre jî wê komîte bersiva dewleta Tirk binirxîne û biryarê bide ku mafekî xwe yê bi vî rengî heye yan na. Piştî vê nirxandinê jî komîte wê biryara xwe ji me re bişîne. Ev yek mîna biryareke dadgehê nîne. Em 4 Êzidiyan temsîl dikin. Ji wan, 3 kes an jî malbatên wan zerar dîtine. Yekî jî şahidî ji bûyerê re kiriye."

Ferman anî ziman ku ji bo vê serlêdanê wan bi beşdariya zêdeyî 10 pisporan 2-3 salan kar kirin û diyar kir ku rêya duyemîn jî ew e ku li hemberî dewleta Tirk dewletek dozê bide destpêkirin. Ferman got, "Karekî xurt divê, hêsan nîne. Pisporên Êzidî yên di vê astê de nîne. Pispor hemû bi dilxwazî tevlî vî karî bûne. Her wiha dewletek dikare li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî li dijî dewleta Tirk dozê bide destpêkirin, lê belê heta niha hewldaneke bi vî rengî nehatiye kirin. Em niha li ser van herdu rêyan dixebitin."

Ferman bêdengiya civaka navneteweyî ya li pêşberî êrîşên hewayî yên li ser Rojava, Başûr û Şengalê weke şermeke mezin pênase kir.

Ferman diyar kir ku êrîş dewama fermanê ye û got, "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên civakî yên Êzidiyan (nexweşxane, bajar, sazî) mîna dewama fermanê ye. Di vê demê de ku şerê Îsraîlê û Xezeyê ji nû ve mezin bûye, pêwîstî bi misogerkirina aştiya li Rojhilata Navîn heye. Gavek ji bo aştiyeke xurt a li Rojava yan jî Şengalê dikare ji bo tevahiya herêmê bibe mînak."