Bekîr Kaya nehate berdan

Rûniştina doza Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya îro pêk hat. Heyeta dadgehê biryara girtinê ya Kaya da.

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya di 18’ê Mijdara 2016’an de hate girtin û ev 18 meh in li Girtîgeha Sîlîvrî tê girtin. Rûniştina doza Kaya îro li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat. Parêzerên Kaya, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes beşdarî rûniştina dozê bûn.

Heyeta dadgehê daxwaza tehliyeya Kaya a parêzeran  red kir û doz taloqî 19’ê Hezîrana 2018’an kir.