Berdana Hasan Yakût bi awayekî kêfî tê astengkirin
Berdana Hasan Yakût ê li girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, bi hinceta ‘ferzkirina poşmaniyê’ qebûl nekiriye bi biryara Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ji bo 6 mehan berdana wî hate astengkirin.
Berdana Hasan Yakût ê li girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, bi hinceta ‘ferzkirina poşmaniyê’ qebûl nekiriye bi biryara Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ji bo 6 mehan berdana wî hate astengkirin.
Hasan Yakût ê ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê xwaribû, di 5’ê Nîsanê de cezayê wî temam bû. Lê di 10’ê Nîsanê de bi biryara desteya Rêveberî û Çavdêriyê bi hinceta "dest ji fikrên xwe bernedaye" hat astengkirin.
Yakût vê rewşê, bi nameyekê ji Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî re ragihand. Temellî, jî mijar anî rojeva Meclîsê û ji Wezîrê Edaletê re pirsnameyeke nivîskî pêşkêş kir.
Rewşa Yakût wê di 15'ê Cotmehê de ji nû ve bê nirxandin.