Berlîn ji 'Kombûna Mezin' re hazir e

Li Berlînê xebatên HDP’ê bi coşiyekê didomin. Îro li paytextê mîtînga ‘Kombûna Mezin’ heye.

Li paytexta Elmanya Berlînê xebatên hilbijartinê bi hemû lez û beza xwe didomin.

Xebat li hemû qadên jiyan berbiçav in û bi pêşengiya jinan tê kirin. Van xebatan rengekî cuda dane Berlînê.

LI HER DEVERA KU GEL LÊ HEYE

Pêkhateyên HDP’ê li kuçe, kolan, bazar û malan, li ber qotiyên postayan, li qehwexaneyan, bi serdana esnafan, li festîval, dawet, fitar û hema hema her cihê ku miorv lê hebin bi coşiyekê têkoşîna xwe dikin.

Li ser dîwaran jî afîşên rengîn ên HDP’ê û Demîrtaş têne zeliqandin.

Ev xebatên HDP’ê destpêkê li Spandau, Schoneberg, Wedding, Neukölln ve Kreuzberg li gelek qadan didomin.

KOMBÛNA MEZIN

Li hêla dî jî mîtînga li Berlînê ku ji mêj ve haziriyên wê têne kirin, ku navê ‘Kombûan Mezin’ lê tê kirin, îro saet a12.00’an li Plaza Oranîen a Kreûzbergê wê pêk were.

Pêkhateyên HDP’ê bang li hemû welatparêz, demokrat, antîfaşîstên Berlînê kir ku li mîtîngê hazir bin.