Bertekên li dijî 'qanûna sansurê' tên kirin têr nakin

Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok, anî ziman ku beriya ku 'qanûna sansurê' derkeve mûxalefet nekarî bi awayekî têrker polîtîkayan pêş bixîne, anîna wê ya Dadgeha Destûra Bingehîn jî têr nake.

Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok diyar kir ku veguhastina qanûnê ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn a ji aliyê CHP'ê ve ne rêbazeke mûxalefetê ye.

Ok ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku CHP, HDP û ÎYÎ Partî, yanî partiyên dijberê hikûmetê, heta ev qanûn hate Meclîsê, tişta pêwîst nekirine. Ok da zanîn ku raya giştî û gel nizane ku retweet, ecibandin û komên WhatsAppê bi vê qanûnê êdî dikarin bibin delîlên sûc û wiha got, “Ji ber ku muxalefetê dema ku hewce bû nekarî bertekên pêwîst nîşan bide. Ger meşek ji bo edaletê bihata lidarxistin, diviyabû ji bo vê bihata lidarxistin. Ger ku boykotkirina parlementoyê bihata kirin, diviyabû ji bo vê bûya. Roja ku qanûn hat derxistin Serokê CHPê li Emerîkayê bû. Ev qanûn wê ne tenê rojnamevanan, di heman demê de wê bandorê li HDP, CHP û ÎYÎ Partiyê jî bike. Her wiha ew ê nikaribin bêyî erêkirina fermî ya hikûmetê agahiyan belav bikin. Ew ji bo her kesî ye û ew zêde bi wê nizanin. Di vî warî de dijberiya wan a di roja dawî de sûdeke xwe tunebû. Beriya niha jî bêdengiyeke mezin hebû."

SERLÊDANA JI BO DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN MAFÊ HUQÛQÎ YE

Ok bi bîr xist ku CHP'ê wekî her carê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û wiha dewam kir: “Serlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn ne rêbazeke muxalefetê ye, mafekî huqûqî ye. Di van şert û mercan de hêvîkirina ji Dadgeha Destûra Bingehîn wê şîroveyek pir xweşbîn be. Divê ew betal bike, lê garantiya me tune ku wê dema wê kengê biqede an jî heke biryar were girtin wê derkeve yan na. Ji bo desthilat jî jixwe pêkanîna vê qanûnê heta pêvajoya hilbijartinê têrker e. Li ser betalkirin yan jî guhertina vê yasayê piştî hilbijartinê, ez bawer nakim ti dudiliyeke wan hebe. Jixwe qanûnek e ku ji bo rizgarkirina rojê hatî derxistin. Lewma girêdana hemû hêviyê bi Dadgeha Destûra Bingehîn ji aliyê mûxalefetê û pêk neanîna tiştên pêwîst ên berê ne rêbazeke rast e.”

QANÛNA KU JI BO HER KESÎ DERBASDAR E

Ok destnîşan kir ku ev qanûn ji bo her kesî derbasdar e û wiha pêde çû: “Ji bikarhênerê Facebookê yê li Colemêrgê bigire heta rojnamevanên li Stenbol û Amedê. Ger em berfirehtir bifikirin, ji siyasetmedarên li Enqereyê bigire heta baroyan û rêxistinên pîşeyî wê bandorê li her kesî bike. Mixabin me nekarî îtîrazeke pêwîst û rêxistinkirî pêşkêş bikin. Ji ber vê yekê, em dikarin pêşbînî bikin ku di dema pêş de her kes wê bi vê tacîza edlî re rû bi rû bimîne. Niha divê em rûnin û bifikirin ka em çawa dikarin vê qanûnê bêbandor bikin.”