Bi deh mîlyonan hesabên Facebookê hatin desteserkirin
Facebook a ku bi salane agahiyên kesan parve dike û tê rexnekirin, hate ragihandin ku herî kêm hesabên 50 mîlyon bikarhêneran ji aliyê korsanan ve hatiye desteserkirin.
Facebook a ku bi salane agahiyên kesan parve dike û tê rexnekirin, hate ragihandin ku herî kêm hesabên 50 mîlyon bikarhêneran ji aliyê korsanan ve hatiye desteserkirin.
Rêveberiya Facebookê daxuyanî da û got, ji 2 mîlyar bikarhêneran herî kêm hesabê 50 mîlyonan hatin desteser kirin. Hate ragihandin ku korsanan ji ber kêmaniya ewlehiyê ya Facebookê fersend dîtine û hesab desteser kirine.
Hate diyarkirin ku tevî hesabê 50 mîlyonan di 12 mehên dawî de jî nêzî 40 mîlyon hesabên bikarhêneran jî hate girtin.
Beriya niha jî şîrketa bi navê Cambîdge Analytîca agahiyên 87 mîlyon bikarhênerên Facebookê parve kiribû.