Bîlgen ji bo ewlekariya sindoqan hişyarî û bang kir
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, anî ziman ku rojeva herî sereke ya Tirkiyeyê ewlekariya sindoqan e, diyar kir ku dengên HDP’ê di hedefê de ye û bang li her kesê kir ku xwedî li sindoqan derbikevin.
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, anî ziman ku rojeva herî sereke ya Tirkiyeyê ewlekariya sindoqan e, diyar kir ku dengên HDP’ê di hedefê de ye û bang li her kesê kir ku xwedî li sindoqan derbikevin.
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê, mijarên di rojevê de nirxand.
Bîlgen bibîr xist ku rojeva sereke ya Tirkiyeyê parastin û ewlekariya sindoqan e.
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen di darbeya leşkerî ya di 27’ê Gulana 1960’an de pêk hat bibîr xist û got: “Bi ser 27’ê Gulanê re 58 sal derbas bû. Hê jî ew zext û zordarî li Tirkiyeyê didome. Ji wê rojê ve siyaseta Tirkiyeyê nehatiye demokatîkirin.”
Bîlgen bal kişand ku ji ber zext û zilma li Tirkiye bandorê li aboriyê jî dike û wiha pêde çû: “Niha rewşa aborî ya Tirkiyeyê ya rojên dawî li ber çavan e. Di bihabûna dolar û Euro de xwe dide nîşandan. Yanî aboriya Tirkiyeyê di bin gefan de ye.”
Bîlgen diyar kir ku yek ji rojevên girîng ew e ku YSK’ê gelek namzetên wan veto kir û namzetiya Îdrîs Balûken, Abdullah Gungen, Tûrgût Oker, Bedriye Yorgun bibîr xist û got: “Binpêkirina herî mezin ji vir destpê kir. HDP tenê ne bi benda ji sedî 10 re mijûl dibe bi gelek bendên din re jî mijûl dibe.”
Bîlgen di dewama axaftina xwede got ku rojeva sereke ya Tirkiyeyê ewlehiya hilbijartin û sindoqan e û ev tişt got: “Veguhezandina 270 deng bandorê li ser encama hilbijartinê dike. Dixwazin ku bikaranîna denga zor û zehmet bikin. Hemû tabloyên vê neheqiyê li ber çavan in. Dixwazin dengên zêde yên HDP’ê veguhezînin navendên ku rêjeya AKP’ê lê zêde derdikevin û rêjeya HDP’ê daxînin. Ti hincetek ku didin nîşandan nayê bawerkirin û pejiarandin. Em bang li hemû hilbijêr û welatiyên xwe dikin ku xwedî li sindoq û dengên xwe derbikevin. Em bi bawer in wê her hilbijêr bibe parazvan û nobedarê sindoq û dengên xwe.”