Biryara domandina rewşa girtî ya rojnamevan Muftuoglû hat protestokirin

Biryara domandina rewşa girtî ya Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû hat protestokirin û wiha hate gotin, " Rojnamevanî sûc nîne û nayê darizandin.” 

Danişîna ewil a Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirina rêxistinê û birêvebirina wê” tê darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê biryara domandina rewşa girtî ya Muftuoglû da. Piştî danişînê, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî hate dayîn. Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran, Parlamenterên HEDEP’ê yên Amedê Adalet Kaya û Ceylan Akça jî tevlî daxuyaniyê bûn. 

Di serî de Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û wiha got: “Em li benda tehliyeya Dîcle Muftuoglû bûn lê nehat berdan. Weke di parastina Dîcleyê û parêzerên wê de jî hate dîtin, îdianame bi temamî vala ye. Bi temamî li ser derew û îftîrayan hatiye amadekirin. Bi parastinan ve ev îdia tevek vala hatin derxistin. Dibe ku dadger destûrê bi kar bînin lê kesên li şûna wan tên tayînkirin divê qet nebe haya wan ji hiqûqê hebe. Lê pir ji rêzê nêz bûn û rewşeke derhiqûqî derket holê. Dîcle nehat berdan. Em rojnamevan in. Em dixwazin hevalên me Dîcle Muftuoglû, Sedat Yilmaz û hevalên me yên din tavilê bên berdan. Demek beriya demekî vê bêhiqûqtiyê bi dawî bikin.” 

‘ROJNAMEVANÎ NAYÊ DARIZANDIN’ 

Hevdîrektorê MLSA’yê Veyse Ok jî di daxuyaniyê de wiha got: “Ev darizandin şanoyek bû. Lê hinek usûlên eşkere yên şanoyan hene. Heta li gorî van qeydan jî tevnegeriyan. Hêj parastinên parêzeran neqediyabûn ku biryar dan. Cara ewil e tiştekî wiha dibînim. Îdianame bi temamî têkildarî xebatên rojnamevaniyê yên Dîcleyê de bûn. Dev ji girtinê berde, divê Dîcle nehate binçavkirin jî. Hêvîdarim ku di danişînan de were berdan.” 

Sekretera Giştî ya TGS’ê Banû Tuna jî destnîşan kir ku careke din rojnamevanî hatiye darizandin. Tuna, bi domdarî gotina Muftuoglû ya “Rojnamevanî sûc nîne” bi bîr xist. 

 Rêvebera MKG’ê Roza Metîna jî got ku wê dev ji parastina rojnamevaniyê bernedin û wiha bi dawî kir: “Ev danişîn, bêdaletî ye, binpêkirina hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye. Dîcle Muftuoglû heta niha jî ji bo gel rojnamevanî kir. Tu caran serî netewand. Rojnamevanî sûc nîne û nayê darizandin.”