Bû wekîlê bajarê ku 27 salan lê doktor bû
Selçûk Mizrakli bû wekîlê Amedê ku 27 salan lê doktorî kir. Mizrakli ku heta niha ji bo tenduristiya gel hewl da, wê ji niha û pê ve ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê hewl bide.
Selçûk Mizrakli bû wekîlê Amedê ku 27 salan lê doktorî kir. Mizrakli ku heta niha ji bo tenduristiya gel hewl da, wê ji niha û pê ve ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê hewl bide.
Yek ji wekîlên HDP'ê yên li Amedê, Selçûk Mizrakli ye ku 27 salan li Amedê doktorî kir. Mizrakli sala 1963'an li navçeya Sêwereg a Rihayê ji dayik bû û hîn 3 salî bû, ji ber wezîfeya bavê xwe neçar man ji Sêweregê bar bikin Eskîşehîrê. Misrakli ku 16 salan li Eskîşehîr jiya, dibistanên seretayî, navîn û lîse li Eskîşehîrê qedand. Bi pûanekî bilind li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Hacettepeyê qeyda xwe çêkir.
JI SALÊN 1990'Î Û VIR VE TÊDIKOŞE
Piştî ku ji Fakulteya Tipê mezûn bû 3 salên destpêkê li Ankara û Yozgatê xebitî. Ji sala 1991'ê û pê ve li Amedê dest bi doktoriyê kir. 27 salan li nexweşxaneyên cuda yên Amedê weke cerrahê pispor kar kir. Di serî de Odeya Tabîban a Amedê cihê xwe di nava gelek rêxistinên civakî yên sivîl de girt. Ji salên 1990'î û vir ve li gelek platformên demokratîk têkoşiya. Ji salên 2000'î ve cihê xwe di nava komîsyona Kongreya Civaka Demokrtîk (KCD) de girt.
JI BER KARÊN XWE YÊN LI NAVA KCD'Ê HATE GIRTIN
Li Komeleya Sarmaşikê 6 salan Serokatiya Giştî û rêveberî kir. Wekî din, ji bo avakirina zanîngeha di bin sîwana Weqfa Mezopotamyayê de perwerdeya Kurdî bide, karên girîng kir. Mizrakli di operasyonên qirkirina siyasî de Tîrmeha 2017'an ji ber karên xwe yên li nava KCD'ê hate destgîrkirin. 2 mehan li Girtîgha Amedê ma û 8'ê Îlonê hate berdan. Li Amedê ku 27 salan doktorî kir, weke wekîl hate hilbijartin. Heta niha ji bo tenduristiya gel hewl dida, lê wê ji niha û pê ve ji bo azadî û demokrasiyê hewl bide.