Bulbul: Sîstemê ku pirsgirêkê ava dike
Parlamenterê HDPê Kemal Bulbul diyar kir ku sîstem bi xwe pirsgirêka Elewiyan afirandiye û baweriya vê înkar dike û got, "Pirsgirêka Elewiyan bi pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê re yek e."
Parlamenterê HDPê Kemal Bulbul diyar kir ku sîstem bi xwe pirsgirêka Elewiyan afirandiye û baweriya vê înkar dike û got, "Pirsgirêka Elewiyan bi pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê re yek e."
Parlamenterê HDPê Kemal Bulbul diyar kir, ku pirsgirêka Elewiyan bi pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê re yek e û bi dayîna serokatiyê re çareser nabe. Bulbul destnîşan kir ku ev ne tenê pirsgirêkek baweriyê ye.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kemal Bulbul ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku hewldana ku Elewitiyê tenê di çandê de girtin û bi Wezareta Çandê re girêdan, biçûk xistina baweriya Elewîtiyê ye û wiha dewam kir: “Wezareta Çand û Tûrîzmê, têgeha turîzme tenê weke çûyîna perav an jî cihên dîrokî dibîne û li ser feraseta pere qezeçkirinê dinêre. Nêrîna wî weke Serokê Giştî yê AKP’ê ye ku bi saya wî bibû wezîr. AKP û Kemalîzîm, çandê weke zihniyetekî oryantalîst, pozîtîvîst û faşîzma olî digre dest. Li gorî wan çanda Elewîtiyê ji tiştên şeweyî yên wek lêdana sazê û sema girtinê pêk tê. Ev nêrîn, biçûk xistin û cudakarî kirin e. Helbet Elewîtî di hêmana çandî de cih digire. Lê hêmana çandê hemû gerdûnê digire nava xwe, tiştên derbarê mirov, xweza, gerdûnê û her tiştê jiyanî, olî, hestyarî û aborî ava dike. Lewma baweriya Elewîtiyê ne weke nêrîna AKP û Erdogan di qalibekî teng de ye. Mîna hemû baweriyan din diyardeyekî mezin e ku hem felsefî hem jî civakiye, têkliyên mirov-mirov, mirov-dewlet, mirov-xweza, mirov-heqîqet, mirov-pîrozbûn rêkûpek û pênase dike”
ELEWITIYÊ NE BEŞEKÎ SUNNÎTIYE
Bulbul diyar kir ku baweriya Elewitiyê ne beşekî Sunnîtiye û got: “Elewitî weke beşek Sunnîtiyê ku ji aliyê Diyanetê re hatiye avakirin, tê dîtin. Sunnîtiya ku Diyanetê afirandiye ne Henefîti ye. Civak divê vê yekê baş bizane, ev olê dewletê ye. AKP bi feraseta kevneşopî ya diyanet û dewletê hatiye avakirin, mizgeht bûne mîna avahiyên dewletê. Îbadeta Îslamê bi nimêjkirinê re sînordar hiştin e.”
SÎSTEME PIRSGIRÊKA ELEWÎTIYÊ AVA DIKE
Bulbul anî ziman ku pirsgirêka Elewitiyê sîstem avakiriye û wiha dibêje: “AKP di asta xwendina dîtbarî de kor e. Kurdan nabîne, Elewiyan nabîne, jinan nabîne û ji nedîtî ve tê. Pirsgirêkên ku heta niha ji nedîtî ve hatiye, ber bi 2023’an ve hewl dide hemû pirsgirêkan bixe kisekî û wek çareseriya pirsgirêkan nîşan dide. Ev nêzîkatiyek faşîzma olî ye. Ji demên berê ve hişmendiya sîstemê pirsgirêkên heyî ji hev cuda dike. Mîna ku ti têkliyên Elewitî û jin, jin û aborî, aborî û pirsgirêka Kurd, pisgirêka Kurd û perwerde, perwerde û ciwan tuneye tev digere. Dema qeyumên li zanîngehan tê protestokirin, ji piştgiriyên ji derve re dibêjin, ‘Terorîst’. Ruhê piştevaniyê xira dike. Pirsgirêka Elewiyan ne tenê pirsgirêka Elewiyan e. Pirsgirêka Elewiyan pirsgirêka sîstemê ye. Sîsteme ku pirsgirêka Elewîtiyê ava dike û li ser jî baweriya Elewîtiyê înkar dike. Sîstem bi xwe ye ku vê polîtîkaya înkarê di qada giştî de dimeşîne, siyasetê li ser dike û înkarê bi qanûnan pênase dike.”
PIRSGIRÊKA ELEWIYAN TENÊ WEKE PIRSGIRÊKA OLÎ DIBÎNIN
Bulbul diyar kir ku pirsgirêka Elewiyan divê tenê weke pirsgirêka olê neyê dîtin û wiha got: “Ji ber pirsgirêka Kurd xîzanî, ji ber pirsgirêka Elewiyan, zext, qetlîan, nîjadperestî û yekdestî, ji ber pirsgirêka jin desthilatdariya mêr derdikeve pêş û sîstema faşîst van çareser nake. Heta ku nêrîna pergala faşîst a olî neyê fêmkirin û analîz kirin, ne pêkan e ku em ji pirsgirêkan re çareseriyan bibînin. Di vî aliyê de pirsgirêkên rewşenbîrên Tirk jî hene. Pirsgirêka Elewiyan tenê weke pirsgirêka olî dibînin.”
EM Ê ÇIMA ÎBADETA TIRKÎ BIKIN
Civaka Elewî ji Kurd, Tirkmen, Tirk, Ereb û Rom pêk tê. Ji xeynî Elewiyên Tirk û Tirkmen, cuda ti civakeke Elewî ku mafê wan ê perwerdehiya bi zimanê dayikê tineye. Di gelek cemxaneyan de dibêjin, ‘Îbadeta xwe bi Tirkî bikin.’ Emê çima îbadeta bi Tirkî bikin, di van cemxaneyan de Kurd, Ereb û Rom jî hene. Elewî nikarin bi rehetî saziyên giştî de cih bigrin. Nikarin bibin, mudir, walî û mudirê emniyetê. Em jî di vî welatê de ne û mafê me ye ku em vî welatî birêve bibin. Eger ev mafên xwe bên astengkirin, ev tê wateya binpêkirin mafên me. Ji ber ku elewîtî bi Qanûna Tekke û Zavîye hatiye qedexekirin û pirsgirêkek hiqûqî ye.”
Bulbul bi lêv kir ku faşîzm di her qadê de êrîş dike, lê rewşenbîrên Tirk ji bo erka we bi awayekî bijartker tevger dike û got: “Rewşenbîrên cîhanê, em rewşenbîrên di nava HDP’ê de pêwîste xwe bipirsin. Em divê axaftinên exlaqî-polîtîk ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bigihînin hemû beşên civakê, komên zayendî, bawerî, çîn û gelan.”