Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di çarçoveya bernameya Têkoşîna Demokratîk de derbasî Qersê bû û avahiya HDP'ê ya Qersê ziyaret kir. Bûldan, di ziyareta HDP'ê de axivî û bal kişand ser xebatên tifaqê. Bûldan, betalkirina parlementeriyan û girtina wan şermezar kir û wiha got: "Parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglû ji ber şewba vîrusê tahliye kirin. Lê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari bernedan. Ev bê edaletî û ne wekhevî ye. Hêj Leyla Güven, Mûsa Farisogûllari, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdağ, Sebahat Tûncel û wekilên din jî girtî ne. Li dijî HDP’ê hiqûqek din heye. Vîrûs li girtîgehan cudakariya navbera girtiyên edlî û siyasî nake. Vîrus cudakariya HDP’î û CHP’iyan nake. Lê eger wîcdan, demokrasî û edalet hebe divê bi lez hevalên me yên girtî serbest bên berdan."
BI MILYONAN KESAN DENG DANE HDP’Ê
Bûldan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin HDP li hemberî van kiryaran stûyê xwe xwar bike. Lê bila kes li qusûrê nenere, HDP 3'emîn partiya mezin a Tirkiyeyê ye. Dengê milyonan stendiye. Di dilê gel de cihê xwe ava kiriye. Di qanalên televizyonan de girtina HDP'ê nîqaş dikin. HDP ne partiya nava 4 dîwaran e. Partiya gel e. Di dil û wîcdanê gel de cihê xwe ava kiriye. Êrîş û tundiya li dijî HDP'ê bêçare û lawaziya AKP'ê nîşan dide. Dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin. Her ku AKP biçûk dibe û dengan winda dike bêtir êrîşî HDP'ê dike. Partiya me ewlehî û mîsogeriya demokrasî û aştiya Tirkiyeyê ye. Mîsogeriya azadiya gelan e. Me ev yek di hilbijartina 31'ê Adarê de dît. Me di 23'ê Hezîranê de nîşan da ku HDP li Tirkiye hêvî ye. Di hilbijartina pêş de HDP amade ye ku Tirkiye bi rê ve bibe.”
Bûldan, herî dawî anî ziman ku partiya wan dengê milyonan stendiye û wiha got: "Yên dixwazin wê bên û yên dixwazin nayên. HDP li pişt deriyan nîqaşên tifaqê nake. Gel tifaqa girtî qebûl nake. Deriyê me ji bo tifaqê ji hemû partiyên muxalefetê re vekirî ye. Em ê li dijî faşîzmê û polîtikayên tundiyê têkoşîna xwe ya demokratîk bilind bikin."