Cebraîl Gundogdû yê ku êşkence lê hatibû kirin hat girtin

Cebraîl Gundogdû yê li navçeya Menemenê hat destgîrkirin û êşkence lê hat kirin, hat girtin.

Cebraîl Gundogdû yê 22’yê Cotmehê ji aliyê polîsên Tirk ve li navçeya Menemen a Îzmîrê hat destgîrkirin û êşkence lê hat kirin, hat girtin. Gundogdû ji ber êşkenceya lê hat kirin, li midûriyeta ewlehiyê mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî.

Gundogdûyê îro destî wî ji pişt ve kelemçekirî anîn edliyeyê, bi daxwaza girtinê ya dozgeriyê birin dadgehê. Gundogdû, li Dadgeriya Sulh û Ceza ya Nobetdar diyar kir ku êşkence lê hatiye kirin û got ku ji ber biryara nepeniyê li ser dosyeyê heye, nizane ku çima hatiye destgîrkirin û daxwaza berdana xwe kir.

Piştre parêzerên Gundogdû ku axivîn, xwestin ku şaneyên derbkirinê yên reş û şîn ên li ser can û serçavê Gundogdû derbasê girtekê bên kirin û giliyê berpirsan bê kirin.

Dadger, daxwaza parêzeran red kir û biryara girtina Cebraîl Gundogdû da.