Cezayê Hevşaredarê Periyê Çelebî hate qebûlkirin

Cezayê Hevşaredarê Bajaroka Periyê Orhan Çelebî, ku Çelebî ji peywirê hatibû girtin û qeyûm anîbûn şûna wî, ji hêla dadgeha mêtinger ve hate qebûlkirin.

Hevşaredarê Bajaroka Periyê Orhan Çelebî beriya niha ji peywirê hatibû girtin û qeyûm li şûna wî hatibû danîn.

Çelebî li Dadgeha Cezayê Giran a 17'an a Enqerê hatibû darizandin û 3 sal û 4 meh ceza lê hatibû birîn. Parêzerên Çelebelî îtîrazî biryarê kiribûn û doza biribûn Dadfgeha Îstînafê.

Dadgeha Îstînafê ya Tirk jî cezayê Çelebî pejirand.