Chatzîvasîleîadîs ê di greva birçîbûnê de: Hevgirtina pratîk erka me ye
Girtiyê anarşîst şoreşger Dîmîtrîs Chatzîvasîleîadîs ji bo piştgiriya bi girtiyên Kurd re kete greva birçîbûnê û diyar kir ku piştevanî ji bo wî wezîfe ye.
Girtiyê anarşîst şoreşger Dîmîtrîs Chatzîvasîleîadîs ji bo piştgiriya bi girtiyên Kurd re kete greva birçîbûnê û diyar kir ku piştevanî ji bo wî wezîfe ye.
Girtiyê anarşîst ê şoreşger Dîmîtrîs Chatzîvasîleîadîs ku ji bo piştevaniyê bide girtiyên Kurd di greva birçîbûnê de ye got, "Hevkariyeke pratîk ya biîstîkrar erka me ye. Û tekoşîna li Îmraliyê nîşan dide ku tu dîwar, sînor û tedbîrên leşkerî nikarin ji azadiyê re bibin asteng."
Chatzîvasîleîadîsî got: “Esîrgirtina Rêber Apo qelsbûna hêzên desthilatdar bi awayekî eşkere nîşan dide. Di çarçoveya civakî de winda dikin, ji ber vê yekê di warê siyasî û leşkerî de jî winda dikin, lê belê nikarin bi paş ve gav bavêjin. Dewleta Tirk weke makîneyeke şer a rizîyayî ye, lê belê alternatîfa hêzên emperyalîst tune ye. Ev bi xîreta berxwedanê ya ku komploya navneteweyî têk kir, hate bidestxistin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'ê ve di 27'ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" hate destpêkirin, di hefteya xwe ya 3. de dewam dike. Chatzîvasîleîadîs ku li Girtîgeha Domokos a bajarê Lamîya yê Yewnanistanê girtî ye ji bo piştevaniyê 1'ê Cotmehê dest bi greva birçîbûnê kir û 7 rojan çalakiya xwe berdewam kir û bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan.
SERDEST WINDA DIKIN
Chatzîvasîleîadîs anî ziman ku di encama Komploya Navdewletî de bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bindestkirina Kurdan û terorkirina wan a li Rojhilata Navîn hate mebestkirin lê dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan encamên berevajî vê yekê derxistin holê. Chatzîvasîleîadîs xeberdana xwe wiha domand: “Esîrgirtina Rêber Apo qelsbûna hêzên desthilatdar bi awayekî eşkere nîşan dide. Di çarçoveya civakî de winda dikin, ji ber vê yekê di warê siyasî û leşkerî de jî winda dikin, lê belê nikarin bi paş ve gav bavêjin. Dewleta Tirk weke makîneyeka şer a rizîyayî ye, lê belê alternatîfa hêzên emperyalîst tune ye. Ev bi xîreta berxwedanê ya ku komploya navneteweyî têk bir, hate bidestxistin. Tespîta gotina Rêber Apo ya beriya ku li Romayê bê girtin ji gelê Kurd re gotî, 'Ez winda bikim jî hûn ê ser bikevin' Komploya Navneteweyî têk bir."
NIKARIN RÊ LI BER AZADIYÊ BIGIRIN
Chatzîvasîleîadîs xeberdana xwe wiha bi van gotinan berdewam kir: “Rêber Apo li girtîgehê jî tevger dewlemend kir, veguherand û bi hêztir kir. Bi xebatên xwe ya rewşenbîrî seknên azadîxwaz derxist pêş, li dijî enternasyonalîzm û dewletparêziyê hîmeke saxlem ava kir û agirê şoreşa jinan geş kir. Bi saya berxwedana Îmraliyê di asta cîhanê de kûrbûneke feraseta dîrokê û bernameyeke nû ya veguherîna civakî pêk hat û vê yekê hêz da hemû tevgerê. Berxwedan û vejîna Rêber Apo, rêxistineke xurt a pêşketî damezrand. PKK’ê bi fedakarî û stratejiya xwe ji bo tekoşîna nasname û hebûna gelê Kurd bûye bersivek baş. Rêxistin û Serokatî li hemberî Komploya Navneteweyî hatin ceribandin û lê komploya wan têk çû.”
LÛTKEYA SERDEMA TEKOŞÎNA CIVAKÎ
Chatzîvasîleîadîs anî ziman ku paradîgmaya konfederalîzma demokratîk li çar parçeyên Kurdistanê belav bûye û saya vê yekê Komploya Navneteweyî têk çû. Chatzîvasîleîadîs xeberdana xwe wiha berdewam kir: ‘’Kokberdana Konfederasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevgera sosyalîst a navneteweyî û lûtkeya serdema têkoşîna civakî ye ku bi Şerê Cîhanê yê 3. dest pê kiriye. Di sala 2020’an de tekoşîna serketî ya gerîlayan ya li Heftanîn û tevahiya Qadên Parastinê yên Medyayê di serdema berfirehbûna terora dewletê û şerê emperyalîst de rê li ber hêzên civakî vekiriye. Kongreyên cuda yên navneteweyî ku bi di çarçoveya pêşniyarên Tevgera Azadiya Kurd de têkiliyên enternasyonalîst jî pêş xist, li dijî modernîteya kapîtalîst tesîreke baş li berxwedana hemû cîhanê dike. Di her gaveke konfederalîzma enternasyonalîst de, ji bo azadiya Abdullah Ocalan tekoşîna hevpar weke erka sereke tê zanîn.’’
BERXWEDANA LI GEL TEVGERA KURDAN ERKA ME YE
Chatzîvasîleîadîsî got ku bi dirêjkirina esareta Abdullah Ocalan dixwazin Kurdistanê weke gola xwînê bihêlin û rê li ber pêşketina şoreşa konfederal bigirin. Lê belê a niha di nîveka dîrokê de, tîrêjên rojê yên dixwazin reş bikin li seranserê cîhanê belav bûne û hêzê didin tekoşînê. Kapîtalîzma Ewropayê li hemberî îşkenceya li ser Rêber Apo bi awayekî bêdeng sûcdariya xwe didomîne. Ev 3 sal in ku tu agahî ji Rêber Apo nehatiye girtin û tevî vê yekê Kapîtalîzma Ewropayê, li pişt sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê û bikaranîna çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi awayekî bêdeng disekinin. Emperyalîzma Ewropayê zilmê li tevgera Kurd a li Ewropayê dike, şervanan binçav dike, rêxistin û sembolan qedexe dike, rê li ber êrîşên hovana yên weke li Parîsê vedike, û helbet çekên xwe difiroşe. Erka me ye ku em hikûmetên li pişt faşîzma Tirk disekinin weke sûcdar qebûl bikin li pêşberî edaleta civakî hesabê ji wan bipirsin. Tekoşîna li gel tevgera Kurdan em ji xwe te weke erk dibînin.
JI BO HILWEŞANDINA DÎWARAN DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN
Chatzîvasîleîadîs bal kişand li ser girîngiya ragihandin û belavkirina têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd li qada navneteweyî û got: ‘’Em dê tekoşîna xwe berdewam bikin. Di têkoşîna me de berpirsiyariya me ya herî girîng ew e ku em li her derê hêzên civakî xurt bikin û konfederalîzma navneteweyî ya tevgeran qewîtir bikin. Tekoşîna me ya li girtîgehan ku em bi bedena xwe dikin, nîşanî me dide ku tu hêz nikare tevgera me ya bibiryar têk bibe. Ez dixwazin vê yekê ji Yewnanan û tevgera navneteweyî re bibêjim: ‘’Ji bo bidestxistina azadiyê pêwîstî bi rêxistinkirin û wekheviya li derveyî sînor heye. Wekhevî, di têkoşîna hevpar de fedakarî ye. Weke ku berxwedana Kurdan bi paradîgmaya xwe ev yek nîşanî me da. Divê em dev ji feraseta Kurdistan 'li cihekî din e' û ‘li Îmralîyê jî hin kesên din hatine ragirtin’ berdin. Weke gotina Mihail Bakunîn; Tenê azadiya we dikare azadiya min berfirehtir bike, û ji ber vê yekê jî ji bo hilweşandina dîwaran karekî ji tekoşîna hevpar baştir tune ye.’’
VEBÛNA DERÎYÊN ÎMRALIYÊ WÊ SERKETINÊ BI XWE RE BÎNE
Chatzîvasîleîadîs got ku azadiya Abdullah Ocalan di heman demê de temînata azadî û destkeftiyên gelê Kurd e. Azadiya Rêber Apo wê bibe sedem ku li çar herêmên Kurdistanê yên dagirkirî, li tevahiya Rojhilata Navîn û derveyî wê, gelê Kurd weke civak û hêzeke siyasî bê naskirin. Şoreşa konfederal a enternasyonalîst wê dîsa jî pêş bikeve. Êdî tu hêzên kevneperest nikare rê li ber vê yekê bigirin û bibin asteng. Rêya Rizgariya Tirkiyeyê ji faşîzmê û rizgariya Rojhilata Navîn ji dîktatorî, monarşî, emperyalîzm û şerî ji dîwarên Îmraliyê derbas dibe. Hêviya mirovahiyê ya rizgarbûna ji modernîteya kapîtalîst ji dîwarên Îmraliyê derbas dibe. Abdullah Ocalan ne tenê girtiyekî siyasî ye, ne tenê şoreşgerekî dîlgirtî ye, ew ne tenê rêberê gelên berxwedêr e, ew rûyê vê yekê yê zindî ye. Berxwedana nîşandana derbasbûna serdemeke nû ye.’’