Ciwanan li Marsîlyayê tecrîd protestokirin
Ciwanên Kurdistanî li bajarê Marsîlaya yê Fransayê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê protestokirin.
Ciwanên Kurdistanî li bajarê Marsîlaya yê Fransayê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê protestokirin.
Di çalakiya li stasyona Marsîlyayê hate kirin de, bal hate kişandin ku ji sala 2016’an ve agahî ji Ocalan nayê girtin û hate gotin: “Mafê hevdîtinê ya parêzer û malbatê ji Ocalan hatiye girtin. Em wek Ciwanên Azad em ê li her deverên Ewropa di çalakiyan de bin.”
Piştî çalakiya li stasyonê hate kirin, ciwana ber bi navenda bajar ve ketin meşê.
Çalakî bi banga sibe tevlî çalakiya bê kirin ve bi dawî bû.