Ciwanên Kurd: Roj roja xwedî li berxwedana gerîlayan derketin e
Tevgera Ciwanên Şoreşger û endamên Jinên Ciwan ên Têkoşer, bang li ciwanên Kurd kirin ku xwedî li berxwedana gerîlayên Kurdistanê derkevin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û endamên Jinên Ciwan ên Têkoşer, bang li ciwanên Kurd kirin ku xwedî li berxwedana gerîlayên Kurdistanê derkevin.
TCŞ û TekoJIN’ê bi daxuyaniyekê bang li hemû ciwanên Kurdistanê kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk derkevin qadan û li her derê piştgiriyê bidin berxwedana gerîlayên Kurdistanê. Ciwanên Kurd gotin ku roj roja seferberiyê ye û xwestin bi ruhê seferberiyê dakevin qadan.
Daxuyaniya ciwanên Kurd wiha ye:
“Ji 17’ê Nîsanê vir ve, dewleta Tirk a faşîst, di serî de li Zap û Herêmên Parastina Medyayê, êrîşeke dagirkeriyê daye destpêkirin. Lê xwaziya dewleta Tirk a faşîst, li hemberî berxwedana fedayî ya gerîlayên Kurdistanê di qirika wê de maye. Xeta çalakiyên fedayî ya ji hêla hevrêyên me Sara û Rûkenan de hatiye destpêkirin, li gorî ruhê demê bi pêş dikeve û di serî de ji me ciwanên Kurd re, ji hemû cîhanê re bangeke wan heye.
Bêguman ev şer ne tenê şerê gerîlayan e, ev şerê hebûn û tunebûnê yê gelekî ye. Ev demek dirêj e ku dewleta faşîst a Tirk, bi awayekê berfireh êrîşan dike, lê li dijî berxwedana bêhempa ya gerîlayên Kurdistanê xitimî ye, ji ber wê bi awayekê bê exlaq, rêgezên şer binpê dike û serî li çekên kîmyawî dide.
TC’ya faşîst, bi rêya çekên kîmyawî û nükleer dixwaze berxwedana gerîla vala derbixe. Em wek ciwanên kurd ên li Ewropayê dijîn, divê em li her derê li dijî van êrîşên kîmyawî derkevin qadan û berpirsyariyên xwe bînin cih. Divê ciwanên Kurdistanê li her derê seferber bibin û êrîşên li dijî gerîlayên Kurd heta mûyê serê xwe hîs bikin. Dîsa hêviyên serkeftinê di dilê xwe de mezin bikin û arasteyê têkoşîna azadiyê bikin.
Divê ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê û li her dera cîhanê, beyî ku li benda tiştekê bimînin, bi tevger bibin û hemû derfetên xwe bikin yek û pêngava şoreşgerî derbixin asta herî jor. Li gorî ruhê demê, pêvajo ji me ruhekê şoreşgerî dixwaze û divê em vê peywira xwe bînin cih.
Banga me ji bo ciwanên enternasyonal û Kurdistanê ye, divê em bi ruhê tolhildanê hemû kolanan tije bikin û hêrsa xwe ya li dijî van hovîtiyên dijmin derbixin asta herî roj.
Her tevgereke ciwanan, divê li dijî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk li bajarên Ewropayê xwe bi rêxistin bike, bi ruhê gerîlayên li Metîna, Avaşîn, Zap û her qada Kurdistanê tevger bibe û çalakiyên xwe mezin bike. Roj roja tevgerbûnê û qebûlnekirina van êrîşên hovane ye. Roj roja roja seferberiya li dijî êrîşên faşîst ên TC’yê û hevkarên wê ye. Roj roja pêxistina meşaleyên azadiyê ye. Roj roja xwedî li berxwedana gerîla û Şerê Gelê Şoreşgerî derketin e.“