Coş û kelecana hilbijartinê li Ewropayê dewam dike

Li Ewropayê, karê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi kelecaneke mezin dewam dike.

Li Ewropayê, karê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi kelecaneke mezin dewam dike.

NORWÊC

Komîteya HDP'ê ya Norwêcê bi beşdariya parlamenterê berê yê HDP'ê Ozdal Uçer li bajarên Trondheim, Stavanger û herî dawî li Osloyê civînên gel organîze kir. Di civînan de rewşa dawî ya li Kurdistanê û hilbijartinên 24'ê Hezîranê hatin nirxandin. Uçer diyar kir ku piştgiriya ji bo HDP'ê wezîfeya her mirovekî Kurd e û bang li her kesî kir ku  dengê xwe bidin.

ATÎNA

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, pêkhateyên Platforma Hilbijartinê ya Atînayê li Nûnertiya HDP'ê ya Atînayê li hev civiyan. Danê êvarê jî li Parka Syntagmayê standa agahdarkirinê hate danîn. Xebatkarên platformê belavok belav kirin û ji bo HDP'ê banga piştgiriyê kirin.

LUDWIGSBURG

Li bajarê Ludwigsburg ê eyaleta Baden a Elmanyayê, komîteyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li 14 herêman ji bo HDP û Demîrtşa kar dikin. Ciwanên Kurdistanî jî li gelek park û stasyonan pankartên bi nivîsa "Welatî, heval û hevrê Demîrtaş" daliqandin. Nameya Demîrtaş a ji bo dengdêrên li derveyî welat nivîsî jî li qutiyên postayê tên bicihkirin. Ciwanan diyar kirin ku wan heta niha 5.600 belavok belav kirine û gotin, êdî her kes ji rejîma Erdogan a dîktator aciz bûye. Ciwanan gotin, "Serketina me ya di vê hilbijartinê de wê li gelemperiya Rojhilata Navîn rê li ber hêviyê veke. Em ê bi ruhê hilanîna tola Efrîn, Kobanê û Kerkûkê tevlî hilbijartinê bibin û bi ser bikevin."

KOPENHAGEN

Li Parlamenta Danîmarkayê bi pêşengiya saziyên civaka sivîl ên bi navê Globale Seniorer û Helsinki Komitee li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê semînereke hate lidarxistin. Parlamenterê Partiya Yekîtiya Kesk-Sor Søren Søndergaard, Wezîrê Karên Derve yê berê Mogens Lykketoft, Berdevkê Wezareta Karên Derve û Komîsyona Ewropayê ya Hikumeta Danîmarkayê parlmaenterê Partiya Lîberal Micahel Aastrup, Alîkarê Şaredarê Gladsaxeyê  û namzetê parlamenteriyê Serdal Benli weke qiseker tevlî konferansê bûn.

Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Fayik Yagizay û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî beşdarî konferansê bûn û axivîn. Di konferansê de polîtîkayên asîmîlasyonê û kiryarên tinekirin û qirkiirnê yên li çar parçeyên Kurdistanê tên meşandin, haitn nirxandin. Søndergaard diyar kir ku halê hazir li Tirkiyeyê şerekî navxweyî heye û eger AKP di hilbijartinê de bi ser bikeve wê ev şer girantir bibe. Søndergaard, got, "Ji bo rizgariya ji vê dîktatoriyê divê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewropayê were derxistin û ji bo veger li pêvajoya aştiyê bê kirin, şert e ku Tirkiye bi Birêz Ocalan re rûnê."