CPJ bang li dewleta Tirk kir: Bes destdirêjiyê li rojnamevanên Kurd bike!

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bang li dewleta Tirk kir ku rojnamevanên Kurd ên destgîrkirî berde û "lêpirsînên veşartî û destdirêjiyê" biterikîne.

CPJ têkildarî 11 rojnamevanên ku 25'ê Cotmehê li gelek bajaran di serdegirtinan de hatin destgîrkirin daxuyaniyek weşand û xwest, rojnamevanên hatine destgîrkirin bêne berdan.

Koordînatora Bernameya Asya Navîn û Ewropayê ya CPJ'ê Gulnoza Saîd got, "Di çarçoveya lêpirsîna veşartî ya bi fermana dadgehê û meqamê Tirk de careke din gelek rojnamevan ji azadiyê bêpar hatin hiştin."

CPJ'ê rojnamevanên Kurd ên meha Hezîranê hatin destgîrkirin, girtin û nayê zanîn bi çi têne sûcdarkirin bi bîr xist û got, "Divê meqamên Tirk rojnamevanên destgîrkirî tavilê berde, malên ku desteser kirine radest bikin û bi sûcdariyên bêbingeh bes destdirêjiyê li pîşeyê medya Kurd a li Tirkiyeyê bike."