Cuştan: Desthilat û daraz ji bo ku em sax man bi ser me de tên

Nûçegihana ETHA’yê ya ku hatî berdan û şahida Komkujiya Sirûcê Havva Cuştan got: ‘’Desthilat û daraz ji bo ku em sax man berdêla vê bi me dide jiyîn’’.

Nûçegihana ETHA’yê Havva Cuştan ku piştî 9 mehan li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê girtî ma û 17’ê Tîrmehê hate berdan ji ANF’ê re axivî. Cuştan ku di heman demê de mexdûrê Komkujiya Pirsûsê ye got, tevlîbûna li cenazeye hevalê wan ku ji hêla DAÎŞ’ê ve hatine kuştin, şopandina  bîranîna Hasan Ocak ku piştî hatî destgîr kirin, hate nebedîkirin ji hêla desthilatdar û darazê ve mîna ku ‘sûc’ be tê nişandan û ev jî nişana wê ye ku aqilê desthilat û darazê çawa dixebite.

‘ÊN KU TÊNE KUŞTIN EM IN, ÊN KU DIXWAZIN WERIN BÊDENG KIRIN JÎ EM IN’

Cuştan bi berdewamî got şerm û fedî ye ku ne nebedîkirina mirovan a dema destgîrkirinê, ne kuştin lê bîranîna kesên kuştî û tevlêbûna li cenazetan mîna ‘sûc were ditin’. Cuştan got: ‘’Ev tê maneya pejirandina nebedîkirina mirovan a dema destgîrkirinê de û her wiha tê maneya pejirandina komkujiyên DAÎŞ’ê. Cuştan diyar kir di doza Pirsûsê de tenê bersûcek tê darizandin lê hema hema hemû kesên ku ji komkujiyê sax filitîn têne darizandin, girtin, lêpirsîn li wan hatiye vekirin, medyaya şerê taybet wan dike hedef û domand, ‘’Desthilat û daraz rasterast berdêla ku em sax mane bi me dide jiyîn. Ên ku têne kuştin em in, ên ku dixwazin werin bêdengkirin jî em in.’’

BERDÊLA WÊ ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê AŞTIYÊ BIPARÊZIN

Cuştan got wan bi aramnca ku ji Kobanê re bibin pira aştiyê, dest bidin aştiyê dixwest biçin Kobanê, li Pirsûsê bi kuştina bi dehan ciwanî aştî hatiye kuştin. Cuştan ku dema komkujiyê wêne digirt, got dema daxuyaniyê polîsên ku dûrî baxçeyê Amara bûn, bi bombeyên gazê êrîş birine ser baxçeyê nexweşxanê ku birîndar lê bûn.

Cuştan travyama piştî komkujiyê wiha got, ‘’Mirov li saxmayina xwe poşman dibe û wiha naqede’’. Cuştan ji bo salvegera komkujiya Pirsûsê peyam da û got, berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê ne tenê ji bo Pirsûsê lê ji bo her kesî dadê bixwazin, bêcezahiştinê teşhir bikin û aştiyê biparêzin.