Dadgeha AKP’ê biryara berhevkirina belavokên ‘1’ê Îlonê’ da

3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê biryara berhevkirina belavokên mitînga HDP’ê ya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê da ya ku ew ê li Bakirkoyê pêk bihata.

3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê biryara berhevkirina belavokên mitînga HDP’ê ya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê da ya ku ew ê li Bakirkoyê pêk bihata. Buroya Lêpirsîna Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê belavokên bi sernavê “Em ê dest ji aştî, azadî û demokrasiyê bernedin” bi îdiaya “Gel tahrîkî dijminahî û kînê dike” xwest belavok bên berhevkirin. 

3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê di çarçoveya daxwaza dozgeriyê de biryar da ku belavok “Propogandaya rêxistinê dikin” 

Di biryara dadgehê de HDP jî bi navê “gumanbar” cih girt.