Di 17'ê Mijdara 2016'an de li gundê Eganis ê navçeya Erdîşê ya Wanê, nîvê şevê saet di 02:00 de leşker û polîsan avêtin ser mala Ahmet Ataman. Bi îdîaya ku 'HPG'yî tê de ne' agir berdan malê û nehiştin ku Hediye Ataman ji malê derkeve, lewma jî hate şewitandin û jiyana xwe ji dest da. Ataman ji bo hevjîna xwe rizgar bike hewl da agir vemirîne, lê heman rojê bi lêdanê hate binçavkirin. Şahidan diyar kirin ku serê sibehê bi kepçeyan cenazeyê şewitî yê Ataman ji mala hate hilweşandin hate derxistin, berevajî îdîayan endamên rêxistinê li wê malê nebûn. Şahidan diyar kirin ku Hediye Ataman 17 salan zewicî bû û li wê malê şer neqewimî bû.
JI BER KU RÛYÊ POLÎSÊN ÊŞKENCEKAR BI MASKE BÛ, BIRYARA NEŞOPANDINÊ HATE DAYIN
Pêvajoya dadgeriyê ya têkildarî bûyerê hîn jî dewam dike. Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku mafê jiyanê yê Hediye Ataman hatiye binpêkirin. Halît Ataman ku di dema komkujiyê de hat mala biraziyê xwe Ahmet Ataman û xwest alîkariyê bike, li êşkenceya polîs û leşkeran rast hat. Têklidarî gumanbar Abdulkadîr Çîtîl, Abdulkerîm Gumuştepe û Ramazan Hergul ên di dema komkujiya Atamanê de wezîfedar bûn li Dozgeriya Komarê ya Erdîşê gilî hate kirin. Araman diyar kir ku polîsên tîmên taybet ên rûyê wan bi maske pêçandîbû li cihê bûyerê ew li erdê dirêj kirin, bi qondaxa çekê li wî xistin, serê wî şikandin, ji deverên cuda yên bedena xwe birîndar bû û travmaya mejî derbas kir. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê diyar kir ku polîs bi maske bûn, polîsên li Ataman xistin nikare bêne tespîtkirin, lewma biryar da ku gilîkirinê neşopîne.
DADGEHÊ GOT 'SÛCÊ BIRÎNDARKIRINÊ' HEYE Û BIRYARA NEŞOPANDINÊ RAKIR
Li ser biryara neşopandinê ya Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê parêzer Mahmût Kaçan serî li Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Erdîşê da û xwest biryara neşopandinê bê rakirin. Dadgehê serlêdana Kaçan nirxand û got, "Tê fêhmkirin ku lêpirsîn bi xurtî nehatiye kirin, ji bo li hemberî gumanbaran Abdulkadîr Çîtîl, Abdulkerîm Gumuştepe û Ramazan Hergul ji sûcê birîndarkirinê doz bê vekirin bi têra xwe guman heye" û biryara neşopandinê rakir. Lê belê komkujî û sûcê êşkenceyê tenê weke 'sûcê birîndarkirinê' pênase kir.
KAÇAN: BIRÎNDARKIRIN NÎNE, ÊŞKENCE YE
Parêzerê Ataman Mahmût Kaçan ji ANF'ê re li ser mijarê axivî û got, "Li pêş çavên her kesî êşkence li muwekîlê me Halît Ataman kirin û travmaya mejî derbas kir. Ev yek bi raporên doktoran jî şênber e. Demeke dirêj li hemberî polîsên êşkencekar lêpirsîneke ceza ya bêbandor hatibû meşandin.
Piştî lêpirsîna 5 salan biryara ku li hemberî êşkencekaran hate dayin, biryara neşopandinê skandal e. Bi hinceta ku muwekîlê me yê travmaya mejî derbas kir nekarî polîsên êşkencekar ê bi maske teşhîs bike, biryara neşopandinê dan. Lê belê ev biryara ku êşkencekaran diparêze li dijî qanûn û hiqûqê ye. Dadgeriyê ev biryara ku êşkencekaran diparêze betal kir. Lê belê di vê biryarê de jî sûcdar hate parastin û sûc ne weke êşkenceyê lê belê weke birîndarkirinê pênase kir. Ji bo ceza li êşkencekaran bê birîn em ê têkoşîna xwe dewam bikin."