Dadgeriyê biryara astengkirina hevdîtina rojnamevan û parêzerên wan da

Hevdîtîna 11 rojnamevanên Kurd, bi parêzerên wan re bi du rojan hat astengkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna berpêyî rojnamevanan a ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê kirin de, bi ser 9 malan de hat girtin. Midûra Karê Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, Nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceyhan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur û rojnamevan Mehmet Gunhan hatin destgîrkirin.

Dadgeriya Sûlh û Ceza ya 5’emîn a Enqereyê, biryar da ku rojnamevan bi du rojan parêzerên xwe nebînin.