Dagirkeriya dewleta Tirk li Freiburgê hate şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirin û dagirkirina Başûrê Kurdistanê, li bajarê Freiburg ê Elmanyayê hatin şermezarkirin.

Çalakiya protestoyî li meydana Alte Synagoge pêk hat.

Endamên Meclîsa Jinê ya Nûda û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de êrîşên artêşa Tirk ên hewayî û bejahî hatin şermezarkirin.

Her wiha hevkariya rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê jî hate şermrezarkirin.