Dagirkeriya Tirk li Parîsê jî hate protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li paytext Parîs a Faransayê êrîşên qirker û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistan û Efrînê bi meş û mîtîngekê protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan li paytext Parîs a Faransayê êrîşên qirker û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistan û Efrînê bi meş û mîtîngekê protestokirin.
Li ser banga Konseya Kurd Demokratîk a Fransa (CDK-F) li gel nûnerên HDK-Fransa, ACTÎT û FEDA bi sedan Kurdistanî tevlî bûn.
Meşa ku saet 17:00’an ji Qada Repûblîqe destpê kir, pankarta bi nivîsa ‘Dewleta faşîst a Tirk ji Kurdistanê bi cehenime’ hate vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Di tevahiya meşê de belavokên ku êrîşên qirker û talanker ên dewleta Tirk a li ser welatiyên sivîl tîne ziman hatin belavkirin û dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’û ‘Kujer Erdogan’ hatin qîrkirin.
Li Qda Chatletê mîtîngek hate lidarxistin.
Mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir, Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) Vedat Bîngol axivî û got: “Em welatên Ewropa yên li hemberî êrîşên qirker û talanker ên dewleta Tirk a li Efrîn û Başûrê Kurdistanê bêdeng in şermezar dikin. Heta ku Rêbertiya me azad bibe, mêtîngeriya dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehenimînin, wê çalakiyên me bidomin.
Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.