Darvekirina li Îranê hate protestokirin

Darvekirina siyasetmedarên Kurd û aktivîst Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar Mûradî û Loqman Muradî ya ji aliyê rejîma Îranê ve li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên xwe ji bo protestokirina darvekirinên li Îranê li pêşiya HBF Mannheîmê haitn ba hev.

Hevserokê NCKD a Mannheîm Halîs Dogan ê di çalakiyê de axivî diyar kir ku darvekirinê li Îranê ne ji rêzê ne, bal kişand dema ku Rûsya, Îran û Tirkiye hatin ba hev û şûnde ev darvekirin pêk hatine. Dogan got: “Ciwanên Kurd bûn qurbanên wê civînê.”

Çalakî piştî xwendina belavokê û şûnde bi dawî bû.