Daxwaza berdana Demîrtaş hate redkirin

Daxwaza berdana namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hate redkirin.

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û komek parêzer, bi armanca Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş serbest bê berdan serî li 19'emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dan. Heyeta dadgehê piştî serlêdana parêzeran nirxand îro biryar da û daxwaza parêzeran red kir.

Heyeta dadgehê bi hinceta kontrola şertên edlî dê di vê pêvajoyê de têr neke daxwaza berdana Demirtaş rast nedît û daxwaza parêzeran red kir.