Dayikên Şemiyê: Em ê ti carî dest ji vê têkoşînê bernedin

Dayikên Şemiyê ji bo Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa ku berî 31 salan di bin çavan de hatin qetilkirin, edalet xwestin. Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê bû.

Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û daxwaza darizandina faîlan dikin di hefteya 976’emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Di destê malbatên windakiriyan ên wêneyên xizmên xwe hilgirtin de qûrnefîlan cih girtin.

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û parazvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Lê ji ber sînorê hejmara kesên beşdarî çalakiyê dibin, Fîncanci û kesên din li derveyî qadê sekinîn.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên di 12’ê kanûna 1991’an de li gundê Xandûk yê Hezexa Şirnexê hatin binçavkirin û pişt re ti agahî jê nehatin wergirtin hate pirsîn. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî çîroka Demîr û Akîpa xwend.

Piştî Yolerî keça Îbrahîm Demîr, Denîz Demîr û kurê Agît Akîpa Fehmî Akîpa axivî. Demîr û Akîpa, anîn ziman ku 31 sal in ji bo faîl bên darizandin têdikoşin û dê tu car dest ji vê têkoşînê bernedin.