Dayikên Şemiyê li aqûbeta Toraman pirsîn
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn.
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn.
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirse û bi daxwaza faîl bên darizandin di hefteya 917’emîn de çalakiya xwe bi awayek online li dar xist. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn ê ku 24 salî ku di 27’ê Cotmeha 1991’an de li Kocamustafapaşaya Stenbolê piştî ku hate destgîrkirin, dûre hatibû windakirin.
Xizma Hasan Ocakê ku ew jî di nezaretê de hatibû windakirin Dilcan Acer daxuyaniya vê heftê xwend û got: "31 sal in malbata Huseyîn ji bo pêkanîna edaletê têdikoşe. Huseyîn Toraman bi zorê bi maşîneya torosa spî ya bi plaqeya 34 ATZ 56 hat siwarkirin. Şêniyên taxê û hevjîna Huseyîn Toraman bû şahidê revandina wî. Piştî îxbara şêniyên taxê polîsên li Qereqola Çinarê hatin cihê bûyerê û beyî tiştekî bikin vegeriyan. Bavê Toraman, Alî Riza xwe gihand amirê qereqolê û got 'We çima mudaxeleyî kesên kurê min revandine nekir?
Amirê qereqolê jî bersiva 'Kurê we nehat revandin ji hêla polîsên sivîl ve hatiye destgîrkirin. Ji ber vê mudaxale nekirine'. Bavê Huseyîn Toraman qeyda deng a hevdîtina xwe ya bi amîrê qereqolê re girt û serî li Emniyeta Stenbolê û dozgeriyê da. Ligel qeyda deng û şahîdan destgîrkirina Huseyîn hat înkarkirin. Malbatê bûyer bi rêya çapemeniyê ji raya giştî re ragihand. Piştî zextên raya giştî Midûriyeta Emniyeta Stenbolê got 'Di 5'ê Kanûna 1991'an de biryara girtina Huseyîn hebû lê ew nehatibû destgîrkirin.” Her wiha windakirina Toraman bi pêşniyaznameyê ket rojeva Meclisê jî.
Malbat vê demê bi Midûrê Emnîyetê yê Stenbolê Mehmet Agar, Serokwezîr Suleyman Demîrel û Wezareta Karên Navxweyî Îsmet Sezgîn re hevdîtinek pêk anî. Lê belê Meclis û rayedarên dewletê destgîrkirina Huseyîn Toraman red kirin. Hemû serlêdanên malbat û ÎHD'ê bê encam man. Destgîrkirina Huseyîn hat înkarkirin. Di sala 1991'ê de Serdozgeriya Komara Fatîh lêpirsînek da destpêkirin lê belê ev jî bê encam ma. Di sala 2011'an de carek din serlêdanek pêk hat û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî bi hinceta 'demborî' lêpirsin nekir û dosya girt. Bi îtîrazên ku hatin kirin biryara girtina dosyayê hat betalkirin. Lê belê heta îro jî derbarê dosyayê de tu pêşketin pêk nehat.
DIVÊ GEL SERÎ HILDE
Divê derbarê darizandin û girtina faîlan de gavek bê avêtin û dosyaya Huseyîn Toraman bê lêkolînkirin. Berpirsiyariya xwe ya pêkanîna edaletê divê bicih bînin. Em di salvegera 31'emîn de israra dayika Huseyîn Toraman, Hatîce ya ku digot 'Min digot qey tenê kurê min di nezaretê de hatiye windakirin’ me li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Me bi 7 kesan dest pê kir û em bûn sed kes. Bi zext û zilmê dixwazin me ji Qada Galatasarayê veqetînin. Lê belê em bêdeng nabin û dev jî bernadin' em ê her demê bidomînin. Em bang li civakê dikin ku divê li dijî bêhiqûqî û nêzikatiya kêyfî dengê xwe bilind bikin."