Dayikên Şemiyê yên Wanê: Em ê bi ser bikevin
Li Wanê Dayikên Şemiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê û çalakiya rûniştinê aqûbeta nebediyan pirsîn.
Li Wanê Dayikên Şemiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê û çalakiya rûniştinê aqûbeta nebediyan pirsîn.
Paralelî çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Meydana Galatasarayê ku ev cara 700’î pêk tê, li Wanê dayik û parêzerên mafê mirovan hatin cem hev û li aqûbetan nebediyan pirsin.
Çalakî li Wanê, bi pêşengiya ÎHD’ê, bi tevlêbûna rêxistinên HDP’ê, DBP’ê, parlamenterên HDP’yê yên Wanê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên KCD’ê û gel pêk hat.
Daxuyanî ji hêla Sekreterê Şûbeya ÎHD’ê Serhat Ertak ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, wan, kesên ku bi zorê hatine nebedîkirin ji bîr nekirine.
Ertak bi bîr xist ku ev 700 heftî ne ku ji bo aqûbeta nebediyan were dîtin çalakî têne kirin lê dewletê heta niha berpirsyariya xwe ya di vê hêlê de bi cih neaniye.
Piştî Ertak Emîne Ertak a xizmên nebediyan got ev bi salan e li pey dîtina hevserê xwe ye û têkoşîna wê heta dawiyê wê bidome.
Herî dawî rêvebera ÎHD’ê Ozlem Altûn daxuyaniya çapemeniyê xwend û got, ‘’Em kesên ku li dijî nebedîkirinên dema destgîrkirinê, em ê ti caran dev ji têkoşîna xwe ya ji bo heqîqet, dadmendî, wijdan û rûmeta mirovahiyê neqerin. Em ê nebediyên xwe ji bîr nekin. Em ê tim li mirovên xwe yên ku hatine nebedîkirin bigerin. Em ê bibin serkeftiyê vê têkoşîna bi hêvî, berxwedan, bawerî û mafdariyê em didomînin. Em daxwaza xwe ya beriya bi 700 heftî dubar dikin: Bila nebedî werin dîtin, kiryar bila li ber darazê hesab bidin. Lêgerîna me ya dadmendiyê heta ku encam jê were standin wê bidome.’’
Piştî daxuyaniyê çalakî bi rûniştina bêdeng bi dawî bû.