Dayikên Aştiyê: Heta ku tecrîd tê rakirin, em ê çalakiya xwe bidomînin
Dayikên Aştiyê tevlî Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bûn û gotin: “Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me û zarokên me tê rakirin, em ê çalakiya xwe bidomînin.”
Dayikên Aştiyê tevlî Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bûn û gotin: “Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me û zarokên me tê rakirin, em ê çalakiya xwe bidomînin.”
34 meh in agahî Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, nayê girtin. Nobetên Edaletê yên ku li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn û herî dawî jî li Îzmîrê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” hatine destpêkirin îro jî bi serdanan berdewam kirin.
EDENE
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 31’emîn de berdewam kir. Çalakiyê, mehek li pey xwe hişt. Li eywana çalakiyê pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin.
Gelek kes hatin serdana çalakvanan. Ji çalakvanan Haci Cîhangîr diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ne tenê li îmraliyê lê bandorê li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî dike û got ku nifteya çareseriyê Îmrali ye. Cîhangîr, destnîşan kir ku aştî dikare bi Abdullah Ocalan pêkan e û xwest azad bibe. Bi domdarî Cîhangîr bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin çalakiyê.
ÎZMÎR
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Egeyê ve, bi xizmên girtiyan hatiye destpêkirin, berdewam dike. Kesên tevlî Nobeta Edaletê ya li avahiyê Nûnertiya Herêmê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de didome bûne, pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin.
Endamên Şaxa Îzmîrê yên Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) çû serdana çalakiya malbatên girtiyan. Ji Rêveberên Şaxa DAD'a Îzmîrê Zeynel Bazkurt wiha axivî: "Gelê me di astengî, nalîn û zorê de ye. Wek divêtiyeke baweriya xwe em dixwazin li gel yên di astengî, nalîn û zorê de ne, bin. Em dixwazin bêjin ku em cem daxwaza rewa ya dayikan e."
Bozkûrt bal kişand ser girtiyên ketine greva birçîbûnê û got: "Piştgirîdayîna zarokên xwe, mafê herî mezîn ê dayikan e. Divê pirsgirêka Kurd, bi rêyên demokratîk bi awayekê demildest were çareserkirin. Çareserî jî girêdayî rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û zindanan e."
WAN
Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî mehek li pey xwe hişt. Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê Gulderen Varli, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û gelek kes çûn serdana çalakgerên Nobeta Edaletê.
Parlamentera DEM Partiyê Sayyîgît di çalakiyê de ev tişt gotin: "Wekî tê zanîn ji bo ku tecrîda ser birêz Ocalan were rakirin li hemû girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Li vê derê jî dayikên me ji bo pişgriyê bidin wan di nobetê de ne. Em vê nobetê silav dikin. Ev sedan sal in ku li ser Kurdan polîtîkaya zext û asîmîlasyonê heye. Li ser xwîna Kurdan xwe li ser piyan digirin. Ji bo ku me tune bikin, dixwazin çand, ziman û nirxên me tune bikin. Bi salan e ku em li dijî vê zilmê li ber xwe didin. Em ê ji îro pê de jî li ber xwe bidin."
Di çalakiyê de gelek caran dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hate berzkirin.
AMED
Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, berdewam kir. Gelek malbatên girtiyan tev li nobetê bûn. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Dayikên Aştiyên yên ji Mêrsîn û Colemêrgê hatibûn, Komeleya Jinan a Rosayê, Rêxistina Bajarê Nû yê DEM Partiyê, Partiya Bindestan a Sosyalîst û Rêveberên Rêxistina Amedê nobet ziyaret kirin.
Dayikên Aştiyê, bi dirûşme û tilîliyan kesên hatine serdanê pêşwazî kirin. Dayikan gul dan kesên tevlî çalakiyê bûne. Dayikan bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û gotin: "Em azadiyê dixwazin. Heya ku tecrîda ser Rêberê me û zarokên me radibe dê çalakiyên me bi dawî nebe û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Çalakî bi strîna stranan û berzkirin dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" dom kir.
MÊRSÎN
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER'a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin di roja 31’an de berdewam kir. Di çalakiya nobetê de her tim dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û hatin berzkirin.
Di çalakiya nobetê de Hasan Ehim axivî û anî ziman ku bi mehan e ku agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û got ku daxwaza wan azadî ye. Ehîn xwest demildest tecrîd were rakirin.