DBP: Leyla Guven wê bê berdan, zalim wê hesab bidin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bertek nîşanî cezayê hepsê yê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatiye birîn da û got, "Bêguman zalim wê hesabê sûcên ku kirine bidin."

Desteya Rêveber a Navendî ya DBP'ê bertek nîşanî 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê yê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatî birîn, da.

DBP'ê da zanîn ku ti aliyê hiqûqî û rewa yê biryarê nîne û got, "Tevî ku li Rojhilata Navîn îsyana jinan a li dijî zîhniyeta serdest a mêr roj bi roj zêde dibe, cezayê ku li hevala me Leyla Guven hatiye dayîn, zîhniyeta saziya darazê ya mêr ku ji aliyê qesrê ve tê birêve birin, derdixe holê. "

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku ji axaftina jineke siyasetmedar ditirse, difikire ku wê bi darê zorê kesên diaxivin û dijî wan derdikevin bêdeng bikin. Hevala me Leyla Guven a ku di girtîgehê de ji berxwedana xwe tawîz neda. Leyla, Aysel, Gultan, Fîgen, Sebahat, Nagîhan û Jîna Amînî yên ku bi dirûşmeya xwe ya 'Jin, Jiyan, Azadî' li dijî zilmê serî hildan, wê tu carî serî li ber zilma we ya tirsê netewînin. Em li pişt helwesta Leyla Guven in ku ji bo çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê bi taybet pirsgirêka Kurd jiyana xwe ji bo siyaseta demokratîk feda kiriye û ji bo azadiya jinê têdikoşe. Leyla Guven wê azad bibe, hûn zalim wê hesabê sûcên xwe bidin hiqûqa ku êdî ne amûra hikumetê ye.”