DEM Partî: Em li dijî desthilatdariyê bibin xwedî helwest

DEM Partî, li ber êrîşên li hember Meclîsa Ciwanan rabû û got, "Em bang li her kesî dikin ku li dijî siyaseta şer û mirinan ku ji aliyê desthilatdariyê ve tê gurkirin bibin xwedî helwest.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê de hat gotin, “Duh li Amedê Meclîsa me ya Ciwanan 1’emîn Kongreya xwe ya asayî, bi biryardariyek mezin, gihîştîbûn û tevî windahiyên rojên dawî bi hesasiyetek mezin lidar xistin. Ji bo kongreya me ya ciwanan pêk neyê bi mehane di serî de binçavkirin, girtin, êşkence, revandin û astengkirin her cure rêbazên zextê bikar anîn. Lê belê tevî ewqas êrîş û astengiyan jî bi hezaran hevrêyên me yên ciwan tevlî kongreya me ya Meclîsa Ciwanan bûn. Kongreya me ya Meclîsa Ciwanan, veguherî kongreya biryardarî û aştiyê.”

‘BI ÊŞKENCEKIRINÊ HATIN BINÇAVKIRIN’

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Hevserokê me yê Giştî Tuncer Bakirhan, da xuyakirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û bi dawîkirina êşan em amadene her cure berpirsyariyê bigirin ser xwe û fedekariyê bikin. Li aliyê din kongreya me ji aliyê derdorên tarî ve hedef hatiye girtin, li ser fermanê Wezîrê Dadê lêpirsîn hatiye destpêkirin û hêzên di kontrola desthilatdariyê êrîşê hevrêyên me yên ciwan kirin û li nîvê kolanê êşkence li wan kirine. Herî kêm 60 hevrêyên me bi êşkencekirinê hatine binçavkirin. Em êşkenceya ku li dijî ciwanan hatiye kirin bi tundî şermezar dikin. Armanca sereke ya vê êrîşa organîzekirî, tirsandina kesên çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane dixwazine.

‘DESTHILATDARÎ ŞER Û MIRINAN GUR DIKE’

Em bang li hemû kesên ku dilê wan diêşe dikin ku li dijî vê nêzîkatiya desthilatdariyê ya ku şer û mirinan gur dike bibin xwedî helwest. Divê hevrêyên me yên ciwan demildest bên berdan. Divê desthilatdarî ji bîr neke ku berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê ji bo pêkanîna aştiyê li vî welatî û ji bo têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bidomînin. Em ê pêşî li mirinan bigirin, em ê teqez bi ser bikevin."