DEM Partî û AKP wê roja Çarşemê li hev bicivin

Hate ragihandin ku hevdîtina navbera DEM Partî û AKP'ê wê 28'ê Gulanê roja Çarşemê saet di 15:00 de pêk were.

Dema hevdîtina navbera heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û AKP'iyan diyar bû.

Li gorî agahiyan, heyeta DEM Partiyê wê roja Çarşemê saet di 15:00 de bi AKP'ê re hevdîtinê bike.

Di nava heyeta DEM Partiyê de wê Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî hebin.

Eşkere nebû bê hevdîtin li ku derê pêk were.