Dema destgîrkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin

Dema destgîrkirinê ya 12 rojnamevanên ku îro danê sibehê hatin destgîrkirin rojekê hat dirêjkirin.

Îro danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara Tirk ya Enqereyê de polîsan li 9 bajaran bi ser malên rojnamevanên Kurd ên xebatkarên Ajansa Mezopotamya (MA) û JinNewsê de girtin. Nûçegihanên MA’yê Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Derya Ren (di çarçoveya lêpirsîneke din de) ji ber nûçeyên çêkirine hatin destgîrkirin.

Hat ragihandin ku dozgeriyê rojekê dema destgîrkirinê ya 12 rojnamevanan dirêj kiriye.

Her wiha hat hînbûn ku Midûra Karên Nivîsê ya MA'yê Dîren Yûrtsever ku li Stenbolê hatibû destgîkirin û nûçegihanê MA'yê Hakan Yalçin ku li Wanê hatibû destgîrkirin anîne Enqereyê.