‘Dema mijar dibe Kurd qanûnên navnetewî pêk nayê’

Jamîla Hamî di panêla “Li Rojava alîkariya mirovî” de axivî û wiha got; “Dema mijar dibe alîkariya ji bo Kurdan di serî de saziyên navneteweyî û welatên Ewropa bêdeng dimînin. Qanûnên navnetewî pêk nayên.”

Li Zanîngeha Lozanê ji aliyê Rêxistina Efû ya Navnetewî û Heyva Sor a Kurdistanê ve panela “Avakirina gihaniya tenduristiyê ya li Rojava” hate lidarxistin. Konferans li avahiya Zanîngeha Înternef a Lozanê hate lidarxistin, Hevserokê Heyva Sor a Kuristanê ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Sherwan Bery û Jamîla Hamî weke axaftvan beşdar bûn. Xwendevanên zanîngehê jî beşdarî konferansê bûn, Bery û Hamî li ser girîngiya Şoreşa Rojava û êrîşên li dijî Rojava axivîn.

BERY: EM BI TENÊ HIŞTIN

Di konferansê de destpêkê Hevserokê Heyva Sor a Kurdistanê ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Sherwan Bery axivî, helwesta sazi û rêxistinên mirovî yên navnetewî ya li dijî Rojava rexne kir û wiha got; “Em Heyva Sor a Kurdistanê dixwazin ji bo daxwazên gelê Rojava bibin bersiv. Alîkariyên ji bo herêmên din ên Sûriyeyê tên kirin ji bo mirovên din ên li Rojava nayê şandin. Nêzîkatiyên saziyên alîkariyê yên mirovî yên mîna hêzên navneteweyî nayên pejirandin.”

HAMÎ: DEMA MIJAR DIBE KURD HIQÛQ PÊK NAYÊN

Hevseroka din a Heyva Sora Kurdistan a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Jamîla Hamî jî bal kişand ser daxwazên gel ên neçar bûne ji Efrînê koç bikin û wiha pêde çû: “ Şoreşa Rojava ji bo gelê herêmê xwedî wate û girîngî ye. Şoreşa Rojava ya ji bo siberoja gelên herêmê xwedî wate ye, divê hê bê mezinkirin. Mixabin ev yek ji aliyê hêzên navneteweyî û û saziyên mafên mirovan ve bi tenê hatiye hiştin.

Hamî mexdûryeta şerê ku ev 7 sal in li herêmê dom dike û wiha got: “Bêdengî û helwesta hêzên navneteweyî û saziyên mafê mirovan ên welatên Ewropayê ev mexdûryeta gel hê kûrtir kir. Di dagirkeriya Efrînê de rolê ku hêzên navneteweyî lîstin, rewşa gelê Efrînê hê kûrtir kiriye. Dema mijar dibin Kurd hiqûq pêk nayê.”

‘BÊDENG IN’

Hamî wiha dom kir: “Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jin û zarok qetil kirin, bi hezaran welatiyên me li ber çavê cîhanê qetilkirin. Mixabin deng ji kesê derneket. Yên ku qala mafê mirovan û zarokan dikin, dema mijar bû Efrîn bêdeng bûn.”

Hamî bibîr xist ku li herêmên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê 13 kampên koçberan hene û wiha axivî: “Saziyên ku alîkariyê bi koçberên li Tirkiyeyê re dikin, agahiya wan ji van kampên li Rojavayê Kurdistanê hene nîne. Ji derveyî hinek saziyên mafê mirovan, em Heyva Sor a Kurdistanê, me pêdawîstiyên gelê xwe pêşwazî kir û pêşwazî dikin.”

‘JI BO VEGERÊ BI ERKA XWE RABIN’

Hevseroka Heyva Sor a Kurdistan a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Jamîla Hamî bang li hêzên navneteweyî û saziyên mafê mirovan kirin ku ji bûyerên li Rojava rû didin bi hestyar bin û got: “Divê hiqûq û rêziknameyên mafê koçberan û navneteweyî li ber çavan bên girtin û daxwazên welatiyên me binin cih. Bi taybet divê di warê vegera gelê me yên ji Efrînê koçber bûne ku bi ewle vegerin rol bilîzin.”