‘Dengê xwe li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk bilind bikin‘

Komîna Enternasyonalîst a Ciwanan, bi daxuyaniyekê sûcên şer ên dewleta Tirk şermezar kir û ev tişt got: “Dengê xwe li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk bilind bikin û Kurdistanê biparêzin.”

Komîna Enternasyonalîst a Ciwanan, eşkere kir ku ji destpêka 2021’an vir ve artêşa Tirk a dagirker, çekên kîmyewî û çekên qedexekirî li dijî gerîlayên Kurdistanê bi kar tîne û ev hişyarî kir: “Ev êrîş, herî zêde li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û li çiyayên Başûrê Kurdistanê têne kirin. Beriya du rojan Hêzên Parastina Gel (HPG) şahadeta 17 gerîlayên xwe yên bi gazên kîmyewî hatibûn jehrî kirin, eşkere kir. Her wiha duh videoya du gerîlayên ku ji gazên kîmyewî bandor bûbûn, weşandin. Ev jî metirsîna bikaranîna çekên kîmyawî zêdetir dike.”

Komîna Enternasyonalîst a Ciwanan destnîşan kirin ku ji meha Nîsanê vir ve, dewleta Tirk a dagirker, pêngaveke mezin a dagirkirinê Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û wiha domand: “Bêyî ku raya giştî bibîne û çapemeniya cîhanê cih bide wê, artêşa duyemîn a NATO’yê welatê xwe yê cîran li dijî hiqûqa navneteweyî dagir dike. Gerîlayên azadiyê, li dijî vê bi qehremanî li ber xwe didin. Tevî ku teknolojiya herî pêşketî di destê dewleta Tirk de ye û bê navber drone û balafirên keşifê bi kar tîne, bi obusan bombebaran dike, helîkopter û balafirên şer êrîş dike, bi deh-hezaran leşker, çete û hêzên kontergerîla seferber dike, bi meh û salan e gerîlayên YJA Starê û HPG’ê di nava şert û mercên herî zor û zehmet de dijîn, lê li berxwedana xwe ya ji bo gelê xwe û doza azadiyê, bi îradeyeke ku naşike, girêdanbûn, moral û motîvasyoneke bilind û bi hêviya serkeftinê dewam dikin. Artêşa Tirk bi rêbazên asayî yên leşkerî nikare encamê bigire û berxwedanê bişkîne, li ser vî esasî serî li rêbazên herî qirêj û hovane dide. Çekên ku di navneteweyî de li gorî qanûnên şer hatine qedexekirin, wekî bikaranîna gazên kîmyewî û bombeyên cudatir, bi kar tîne. HPG’ê bi rêya daxuyaniyekê, encamên şerê şeş mehan eşkere kir. Li gor tespîtên HPG’ê, 2 hezar 4 caran gazên kîmyewî û bombeyên qedexekirî hatine bikaranîn. Bi sedan hevrê di van êrîşan de şehîd bûne.”

‘TERORÊ LI SER GEL DIMEŞÎNIN’

Komîna Enternasyonalîst a Ciwanan eşkere kir ku her roj nûçeyên nû yên şehadeta hevalên xwe dibihîsin û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Dîtina êşa hevalan di bin bandora gaza kîmyewî de, dîtina ku faşîst çawa terorê li ser gel, li ser hevalan û li ser vî welatî dimeşînin, me pir diêşîne û xemgîn dike. Lê di heman demê de kîn û nefreta me ya li hemberî vî dijminê mirovahiyê jî mezin dike. Di me de biryardariya tolhildanê dide avakirin û me bi têkoşînê ve dide girêdan. Bila bê zanîn ku em ê xewn û xeyalên hevalên şehîd teqes bînin cih.”

Komîna Enternasyonalîst a Ciwanan bêdengiya li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk jî şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Gelek dewletên navneteweyî piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Em vê piştgiriyê şermezar dikin. Rewşa heyî pir cidî ye û çeka herî xurt a di desê me de, piştgiriyeke xurt a ji bo gerîlayan û Kurdistanê ye. Tirkiye û NATO, şerê Ûkrayna û qeyrana enerjiyê bi kar tînin bi vê rêyê dixwazin li ser sûcên xwe yên şer ên li Kurdistanê bigirin.”

Komîna Enternasyonalîst a Ciwanan, di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû hevrêyên xwe yên têkoşîne û dostên gelê Kurd kir û ev tişt got: “Divê em li her qadê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla û gelê Kurdistanê derkevin kolanan û helwesta xwe nîşan bidin:

•             Dakevin kolanan û bi xwe çalak bin, ji bo vê li nexşeya hedefan a #RiseUp4Rojava binêrin: https://riseup4rojava.org/background-information/ 

•             Dê di 23’yê mehê de kampanyaya #hashtagê bê destpêkirin bibin, divê her kes tev li bibe. Navnîşan: https://yoursilencekills.com/ 

•             Di 30’yê meha 11’an û 3’yê meha 12’an de kampanyaya #DefendKurdistan bê destpêkirin. Divê ev kampanya bên xurtkirin. Navnîşan https://defend-kurdistan.com/ 

•             Helwesta xwe ya li ber saziyên navnetewî yên eleqedar û berpirsyar ên wekî OPCW, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û NATO’yê nîşan bidin!

#YourSilenceKills

#SmashTurkishFascism