Denîz Poyraz di rojbûna xwe de hat bîranîn
Denîz Poyraz a ku di êrîşa li ser Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de hate qetilkirin, di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bîranîn.
Denîz Poyraz a ku di êrîşa li ser Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de hate qetilkirin, di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bîranîn.
Kujerê bi navê Onur Gencer di 17’ê hezîrana 2021’ê de bi çekan êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir. Di êrişê de Denîz Poyraz (38) hate qetilkirin. Bi boneya sala 41’an a rojbûna Denîz Poyraz, Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê li ser gora wê ya li Kaynaklar a Bucayê merasîma bîranînê lidar xist.
Endamên malbata Poyraz jî tevlî bîranînê bûn.
Beşdaran ji ewil çîçek danîn ser gora Denîz Poyraz û deqeyek rêz girtin. Piştre jî dayika Poyraz, Fehîme Poyraz axivî û got ku keça wê ne tenê keça wê lê keça gelê kurd û hemû kesên xwedî lê derketin e. Poyraz, wiha domand: “Denîz bi hovane hate qetilkirin lê ruhê wê li her derê dijî. Heke şehîd nebûbûya, dê me rojbûna wê bi hev re pîroz bikira. Spasiya her kesên hatine vê derê dikim.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Zehra Vezan Karabulut jî xemgîniya xwe anî ziman û wiha got: “Denîz hêj jineke ciwan a 38 salî bû. Bi hovane hate qetilkirin. Bi ser vê hovîtiyê re 3 sal derbas bûn lê êşa me hêj mîna roja ewil e. Heta ku hemû kujer li dadgehê nealîgir tên darizandin dê têkoşîna me bidome. Denîzek diçe û hezar Denîz tên şûna wê.”
Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.