DFG: Bi zextan nikarin bi Çapemeniya Azad

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) zextên lis er medya Kurd şermezar kir û xwest, rojnamevanên hatine destgîrkirin, tavilê bêne berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, îro di danê sibehê de li 9 bajaran bi ser malên gelek rojnamevan de hat girtin. Di encama serdegirtinên malan de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceyhan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin destgîrkirin. Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî ji ber lêpirsîneke din li Amedê hate destgîrkirin. Her wiha di bin navê lêgerînê de polîsan bi ser Buroya MA’yê ya Enqereyê de girtin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî destgîrkirinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ku rojnamevan di zûtirin demê de bêne berdan.

Di daxuyaniyê de DFG’ê bal kişand ser 'Qanûna sansûrê' demeke nêz berê li Meclisê hatibû qebûlkirin û wiha hat gotin: "Hîn jî rojnamevan bi operasyonên şeveqa serê sibehê de ji hêla polîsan ve têne destgîrkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, polîsan li Enqere, Stenbol, Amed, Riha, Wan, Merdîn, Mersîn û Edeneyê bi ser malên nûçegihanên MA û JINNEWS’ê de girtin ku endamên me ne. Di çarçoveya dosyayê de ku biryara ‘bisînorkirinê’ li ser heye, 11 hempîşeyên me hatin binçavkirin. Polîsan bi awayekî hemwext bi ser Buroya MA’yê ya Enqereyê de girtin û dest danîn ser tevahiya alavên dijîtal.

Di encama operasyona ku navenda wê Enqereye de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selman Guzelyyuz, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceyhan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren, Oznûr Deger û Derya Ren hatin destgîrkirin.

Ev ne cara ewil e ku operasyonên plankirî yên desthilatdariya siyasî ku kirasê darazê lê hatiye kirin li dijî Çapemeniya Azad tên kirin. Di encama operasyona di 8’ê hezîranê ya li Amedê de jî 20 rojnamevan hatibûnn destgîrkirin û ji wan 16 jê hatin girtin. Rojnameger bi nûçe û bernameyên televîzyonan hatin sûcdarkirin lê ev 5 meh in îdianameya wan nehatiye amadekirin.

Operasyonên bi vî rengî yên li dijî çapemeniya kurd, operasyonên ji bo bêdengkirina rojnamevanan û veşartina rastiyan e. Desthilatdariya ku di dijayetî û dijminatiya li kurdan de tu sînoran nas nake, dê bi tu awayî nekare rojnamevanên Çapemeniya Azad ku rastiya şer bi her awayî radixe ber çavan bêdeng bike. Xebatkarên Çapemeniya Azad ku ji kevneşopiya ‘Dê Rastî Tu Caran Di Tariyê De Nemîne’ tên, ne duh û ne jî îro li hemberî zextan serî netewandine û di xebatên rojnamevaniyê de her tim di heqîqetê de israr kirine. Rojnamegerên kurd ku hêza xwe ji Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Cengîz Altun, Ferhat Tepe û Nagihan Akarsel digirin, dê li dijî ‘qirkirina çapemeniyê’ jî li ber xwe bidin û dê bi tu awayî bêdeng nemînin. Dê hêza kesekî têr neke ku pênûsa rastiyê bişikîne. Çapemeniya Azad ku dengê rastiyê ye û we di salên 90’î de bi bombe û cînayetan nekarîn bêdeng bikin, wê niha jî nekarin pêşî li ber wan bigirin.

Divê desthilatdariya zextker û despotîk baş bizane ku tu feydeyê tirsa wan bo dawiya wan nîne. Kîjan cureyên zextê dikin bila bikin, çiqas qanûnên sansûrê derdixînin bila derxînin lê dê ne Çapemeniya Azad û ne jî çapemeniya kurd ku wê alayê li ba dike,  bi gef, binçavkirin û girtinan ne tirse, serî netewîne, paşve gavê neavêje û dev ji têkoşîna xwe bernede.

Banga me ji bo hemû rojnamevanan û rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan ew e ku li dijî operasyona li rojnamevanên kurd hatiye kirin dengê xwe derxînin û xwedî li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê derkevin. Divê hempîşeyên me yên hatine destgîrkirin di zûtirin demê de bêne berdan."