Di sala 2023’yan de 65 îhale ji AKP’yiyan re hatine dayin
Serokatiya Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, di sala 2023'yan de 65 îhale daye 5 şîrketên alîgirê xwe.
Serokatiya Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, di sala 2023'yan de 65 îhale daye 5 şîrketên alîgirê xwe.
Beriya hilbijartinên herêmî ku ji hilbijartinê re demeke kêm maye, tehrîbata şaredariyên qeyûman dewam dike. Li bajarên ku wê DEM Partî teqez di hilbijartinên herêmî de şaredariyan bi dest bixe, qeyûm ji hevşaredarên nû re plana dewirkirina enkazan dikin.
Qeyûm dixwazin hemû malên neguhêzbar ên li bajêr bifiroşin û ji bankayan bi kişandina krediyan dest bi deyndarbûnê kirin. Şaredariya Tûşbayê 50 milyon TL û Şaredariya Bajarê Mezin jî 4 milyar TL kredî kişandine û tê zanîn ku her du şaredarî jî niha di destê qeyûman de ye. Beriya hilbijartinan ku jê tenê 3 meh û nîv maye nayê zanîn ku çima ev kredî hatine kişandin.
DI NAVA SALEKÊ DE 65 ÎHALE
Şaredariyên qeyûman, salekê beriya hilbijartinan gelek îhaleyên zêde biha dan fîrmayên alîgirin xwe. Tenê Serokatiya Daîreya Çandê salekê beriya hilbijartinan di nava 12 mehan de 65 îhale daye. Ev îhale jî di nava 9 şîrketên alîgirên qeyûman de hatine parvekirin.
JI ÎSMAÎL SAY’Ê AKP’YÎ RE KARÊ ÇÊKIRINA HEWZAN
Say İnşaatê 5 îhale standiye ku xwediyê wê qeyûmê Artemêtê yê AKP’ê Îsmaîl Say e, îhaleyên din jî dane fîrmayên alîgir ên bi navê Su Bîlîşîm, Danş, Şenler, Dîskor, Tursan, Adagol û Cemre Yapî. Armanca van îhaleyan jî dizî û qendeliya hatiye kirin, derdixe holê.
Îhaleya çêkirina gelek karên weke Salona Sporê ya Lîseya Îmam Xetîban, Salonên Sporê yên Dibistana Seretayî û Otela Pratîkê ku divê ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî yan jî Miftîtiyê ve bên çêkirin, bi awayekî ecêb dane şaredariyên qeyûman. Tevî vê yekê nayê zanîn ku çima li sartirîn navçeyên weke Qelqelî, Xawesor, Miks û Bazîdaxayê hewz hatine çêkirin. Rayedarên ku der barê vê mijarê de agahî dan, gotin ku li van navçeyan hewz nehatine çêkirin. Şîrketa ku karên hewzê dike jî Say Înşaat e ku xwediyê wê qeyûmê AKP'ê yê Artemêtê Îsmaîl Say e.
AKP’YÎ ÎHALEYAN ORGANÎZE DIKIN
Midûrê Şaxa Îhaleyan Çetîn Koçak li karên îhaleyan yên şaredariyan dinêre. Şirîkê Koçakê jî Alîkarê Serokê Giştî yê Bajêr ê AKP'ê Vahap Onder e. Murat Tûrlû jî biryarê dide ku dê îhaleyan bide kê. Serokê Daîreya Çand û Xizmetên Civakî Mehmet Nûrî Bekîroglu jî di nava vê komê de ye. Mazota şîrketên ku îhale stendine jî ji aliyê Kadîr Toprak ê AKP’yî ve tê dabînkirin ku ew berpirsê sotemeniyê şaredariyê ye.