Di salekî de herî kêm 208 caran êrîşî Kurd, Elewî û koçberan hate kirin
Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk ragihand ku di sala 2023’yan de li dijî Kurd, Elewî û koçberan herî kêm 208 êrîş pêk hatin.
Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk ragihand ku di sala 2023’yan de li dijî Kurd, Elewî û koçberan herî kêm 208 êrîş pêk hatin.
Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk “Rapora êrîşên nijadperest ên li dijî Kurd, Elewî û penaberan” a sala 2023’yan bi daxuyaniya çapemeniyê eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku di sala 2023’yan de herî kêm 208 êrîşên nijadperst/cihêkarî/tunehesibandinê di çapemeniyê de derbas bûn.
Di raporê de hat gotin ku ji ber gotinên desthilat û muxalefetê gelek êrîş pêk hatine, di erdheja navenda wê Mereşê de li dijî penaberan gelek çalakiyên neteweperest hatine kirin û li dijî gundên Elewiyên di herêma erdhejê de dimînin jî gelek nêzîkatiyên cihêkarî, pêk hatine.
Her wiha di roporê de hat diyarkirin ku ji sehayên futbolê heya girtîgehan, li dijî zimanê dayikê gotinên cihêkar hatin kirin û di metropolan de bi helwestên nijadperestî/cihêkarî/tunehesibandinê gelek êrîş hatine kirin.
Di raporê de hat gotin ku bi salên dirêj Elewî neçar man ku baweriya xwe veşêrin û niha jî malbatên penaberan şîreta veşartina Kurdbûnê li zarokên xwe dikin da ku di qadên raya giştî de zimanê xwe bi kar neynin. Di serî de Amedspor, gelek tîmên ji herêmê diçin sehayên deplasmanê, rastî gotinên nijadperest tên û her wiha rastî êrîşên fizîkî dimînin. Li gel vê yekê hêj jî di TBMM’ê de Kurdî wek ‘Zimanê nayê naskirin’ tê dîtin. Ji fîrmayên otobusan ên li herêmê bigirin heya avahiyên partiyên siyasî, di zimanê rojane de ev gotinên nijadperest asayî bûne.
Di raporê de hat destnîşankirin ku di lêgerîna salekê de 145 nûçeyên êrîş/tunehesibandin hatine tomarkirin û wiha hat gotin: “Em dibînin ku çalakiyên nijadperest/cihêkariyê yên li dijî nasnameya Kurdan tê jiyîn bêhtir li ser Kurdî, tîmên futbolê û heskirina partiyên siyasî pêk tên. Dîsa di heman demê de li dijî penaberan di çapemeniyê de herî kêm 50, li dijî Elewiyan jî 13 nûçe derbas bûne.”