‘Divê dengê rastiyê bêhtir derbikeve’

Rojnamevanên Kurd ên destgîrkirî ku bi rêya parêzerên xwe peyam şandin gotin ku divê dengê rastiyê bêhtir derbikeve û diyar kirin ku wan serî netewandiye.

Di çarçoveya lêpirsîna bi navend Enqereyê de, 25’ê Cotmehê bi ser malan de hat girtin; nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û JinNews’ê 11 rojnamevanên Kurd hatin destgîrkirin. Rojnamevanên li Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê tên ragirtin, piştî bidawîbûna qewilê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re, karî hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikin.

Mîdûrên Karê Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, Nûçegihan Berîvan Altan û Selman Guleryuz û Nûçegihana JinNews’ê Habîbe Eren, bi rêya parêzerên xwe peyam şandin.

‘JI BER KU ME RASTÎ DERXIST HOLÊ EM KIRIN HEDEF’

Dîren Yûrtsever: “Em, li hêviyê bûn. Lewra dewlet kengî bi ser sûc de bê girtin, çapemeniya rastiyan derdixe holê, dike hedef. Ji ber rastî derxistin holê û ragihand civakê em hatin destgîrkirin. Ev, ne tiştekê nû ye ji bo me. Ne ji zû de ye ku 16 hevalên me hatine girtin. Çi jî bibe em dev ji çêkirina nûçeyan, agahdarkirina civakê ji rastiyê, gav bi paş de naavêjin. Em ê li têkoşîna xwe dewam bikin. Ez banga piştevaniyê dikim.“

‘DIVÊ DENGÊ ME XURTTIR DERBIKEVE’

Habîbe Eren: “Ji bo tirsandina çavên civakê, destpêkê rojnamevanan dikin hedef, dikevin hewila bêdengkirina wan. Bi taybetî ji ber ku em rojnamevanên Kurd in, me haya civakê bi rastiya dema dawîn xist em bêhtir kirin hedef. Hêj îdianameya 16 hevalên me yên hatine girtin ne amade ye, îcar bi dek û dolaban em destgîr kirin. Çawa yên salên 80’yî û 90’î li nivîsînê rastiyê dewam kirin wê îro jî wisa bibe. Divê niha mirov vî dengî bêhtir derbixe. Li dijî vê xerabiya rêxistinkirî, rojnamevan bi îradeyeke kolektîv li karê xwe yê rojnamevaniyê dewam dikin.“

‘EM SERÊ XWE NATEWÎNIN’

Berîvan Altan: “Em ji ber rojnamevaniya xwe li vir in. Hêviya me ji hevalên ji der ve ew e ku li rojnamevaniyê bibin xwedî, bila pênûsa me li erdê nehêlin. Me, serî netewand bila ew jî netewînin.“

‘ÇI JÎ BIBE EM Ê BINIVÎSIN’

Selman Guzelyuz: ‘’Encam çi dibe bila bibe, em ê li nivîsînê dewam bikin. Ev êrîşeke li dijê karê me ye.“