‘Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan’

Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de bal kişandin ser zêdebûna mirinên girtiyên nexweş û hat diyarkirin ku rewşa Erol Balci û Abdurrahîm Çetînkaya giran dibe.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê di çalakiya 552’emîn a “Rûniştina F” bal kişand ser Erol Balci yê ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê tê ragirtin. Çalakî li pêşiya avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê hat lidarxistin. Parlementerên HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û Musa Pîroglu piştgirî dan çalakiyê.

Berdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîs Şahîn diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe.

Şahîn bal kişand li ser rewşa Balci ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê û got: “Balci di sala 2016’an de hate destgîrkirin û 5 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji roja hatiye girtin heta niha li Girtîgeha Silivriyê tê girtin. Balci beriya ku bê girtin ji ber pirsgirêka xwe ya çav, tedavî didît. Lê dema ku tedawiya wî dewam dikir hate destgîrkirin. Piştî hat girtin ji ber ku li girtîgehê tedawiyek bandor û rêkûpek nedît, niha sedî 90 nikare bibîne û her ku diçe rewşa wî xiraptir dibe. Nikare ti pêwîstiyên xwe bi tena serê xwe pêk bîne.”

Şahîn anî ziman ku divê Balci di kanûna 2021’an de bihata berdan, lê ji ber sûcek edlî berdana wî taloqî Mijdara 2022’an hatiye kirin û got: “Lê pêwîst dike ku Erol Balci ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê bê berdan. Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin.”

ENQERE

Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 424’emîn a çalakiya xwe de li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin ba hev. Di daxuyaniya ku pankarta “Tedawî Maf e Nikare Bê Astengkirin û Bila Girtiyên Nexweş Bên Berdan” hate vekirin de Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê Nûray Çevîrmen bal kişand ser rewşa Abdurrahîm Çetînkaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonkarahîsarê tê ragirtin.

Çevîrmen, diyar kir ku Çetînkaya di sala 2007’an de hatiye destgîrkirin û êşkenceyeke zêde lê hatiye kirin û wiha got: “Zêdetirî pirsgirêkên wî yên tenduristiyê ji ber îşkenceyên wê demê hatin kirinê ne. Di êşkenceyê de rûviyên wî perçe bûne, tahrîbatên mayînde pêk hatine, hêj jî xwîn jê tê û di demên dawî de jê hatina xwînê ya ji birînên wî zêde bûne. Dîsa di heman êşkenceyê de navlingên wî hatine şidandin û hêlikeke wî teqiyaye. Heta niha têkildarî nexweşiya wî tu tedawî nehatine kirin. Hêlikên wî her tim diwerimin, şîn dibin û ji bo derketina tuwaletê zehmetiyê dikişîne. Ji bo demekê derman tên nivîsîn heman jan berdewam dikin. Di heman êşkenceyê de serê wî jî gelek caran li betonê hatiye xistin ji ber vê yekê ragihandiye ku di nava serê wî de her tim deng hebûye, di guhên wî de jî bi heman awayî deng hebûye û carna guhên wî qet nabîhisin.”

Çevîrmen, da zanîn ku dema Çetînkaya li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê dihate ragirtin diviya ji nexweşiya kîsikê ziravê emeliyat bûye lê nehate kirin û wiha berdewam kir: “Di mîdeyî de gastrit heye û her tim edab çêdibe. Di xwarin xwarinê de zehmetiyê dikişine û gelek caran nikare xwarinê bixwe. Her wiha nexweşiya romatizma, astim û bêhn tengiyê pê re heye. Di qiriqa wî de edab heye, nexweşiya fitika stû, tansiyona çav û bêxwînî heye.

Çevîrmen, anî ziman ku Çetînkaya 14 sal in di girtîgehê de ye, mafê berdana wî 4 car an bi biryara Lijneya Çavdêriya Îdarî hatiye astengkirin û wiha got: “Pirsgirêkên tenduristiyê ku dijî û astengkirina berdana wî ya ji aliyê Lijneya Çavdêriyê ve bandorê li psîkolojiya wî dike. Her wiha derfetê malbata wî ya alîkariya hiqûqî bike jî tune ye. Tevî ku nayê berdan, daxwaza sewqkirina wî ya Girtîgeha Tîpa L a Panosê jî nayê qebûlkirin. Em dixwazin ku ji bo tedawiya Çetînkaya di şertên bitendurist de li cem malbata wî bê kirin û bê berdan hewldanên pêwîst bên kirin.”