Diyar Xerîb li Grossetoyê hate bibîranîn

Diyar Xerîb ê ku şehîd bûbû li bajarê Grossetoyê yê Îtalyayê hate bibîranîn.

Kurdên ku li bajarê Grosseto yê Îtalyayê di civîneke gel de hatin ba hev, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb bi bîr anîn.

Di bibîranînê de siyasetmedar Welat Bagok qala têkoşîna Xerîb kir û bal kişand ser îxanetê.

Axaftvanan diyar kirin ku ji her demê zêdetir ew nêzî serkeftinê ne û gotin “Berdêla wê çi dibe bila bibe, heta ku Rêber Apo û Kurdistan were azadkirin wê têkoşîna me bidome.”