DKP Ulaş Adali bi bîr anî

DKP'ê Endamê Komîteya Navendî, fermandarê BOG'ê û Berdevkê HBDH'yê Ulaş Adali bi  bîr anî û got, ''Li çiyayan ku xwe dabû ber damezirîneriya HBDH'yê, giha jiyaneke azad û nemiriyê, gihaşte dawiya vê meşa xwe ya bi kaş û kendal û rikdar''

Partiya  Komunaran a Şoreşger têkilî salvegra şehîdbûna Gokhan Taşyakan (Ulaş Adali) daxuyanî da û hate gotin, ''Ji korîdorên lîseyê, kampûsên zanîngehên grêvên karkeran, heta bi şerê nav barîkatan, ji Kobanê heta bi Cizîrê, Heftnaîn û çiyayên Garê hevrê Ulaş ku ji me re pratîka xwe mîrate hiştiye, îro hê jî rêberê me Komunaran e.''

DKP'ê diyar kir, tam wan rojan ku dihate gotin, ''Ti nemaye ku Kobanê bikeve, bi îtîrazeke tund hate ser xaka Rojava. Li vir, bi şervaniya xwe ya ku qet jê nedihate xwar û bi paş ve gav nediavêt xwe da ber têkoşîna azadiyê ya gelan.''

Bi berdewamî DKP'ê got, ''Tim li pêşiya wê rêyê dimeşiya ku wî vekiribû. Li çiyayan ku xwe dayî ber damezirîneriya HBDH'yê gihaşte jiyaneke azad û nemiriyê, gihaşte dawiya meşa xwe ya bi kaş û kendal û rikdar.''