Doza Kobanê ya ku 18 jê girtî 108 kes tên darizandin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam kir.
Hin siyasetmedarên li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê li eywana dadgehê amade bûn, hin siyasetmedar jî bi hincet tevlî nebûn. Her wiha parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û malbat û temaşevanên girtiyan jî beşdarî rûniştinê bûn.
Danişîn bi parastina Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel berdewam kir.
Sebahat Tuncel diyar kir ku jinên Kurd ji bo parastina ziman û çanda xwe têdikoşin û wiha got: “Hûn dixwazin xeta azadiya jinê têxin nava xeta sûc. Aqilê mêr her tiştê ku bi jinê ve girêdayî ye wek sûc dibîne. Ji ber vê yekê, wekhevî ne tenê pirsgirêkek fermî ye, lê ji bo jinan ji bo serweriya xwe girîng dibîne. Jinên Kurd di her serdemên dîrokê de ji bo wekheviyê têkoşiyane. Gelek jinên Kurd ji bo parastina ziman û çanda xwe têkoşiyan. Em têkoşînê weke berdewamiya wan didomînin.”
Sebahat Tuncel, bal kişand ser çîroka Fatê Reş a ku di pirtûkên dersê de wek “Fatmaya Reş” hatiye nasîn û wek Tirk hatiye pêşkêşkirin û wiha got: “Fatê Reş wek Amazona Kurdan dihat naskirin, bi Tirkî jî nedizanî. Dîsa heman polîtîka li ser Elewiyan tê meşandin. Xwişka Anşê heye ku berê yek ji van jinan bû. Di serdema Mehmûdê Duyem de, di bin şert û mercên zext û zordariyê de rê li ber xebatên bapîrên Hubiyar hate girtin û polîtîkayên sunnîtiyê hatin meşandin. Li hemberî van polîtîkayan kesên mîna Velî Baba jî hebûn. Piştî ku ew ber bi heq ve meşiya hevjîna wî Xwişka Anşê pêşengiya Ocaxa Hubiyar kir û Elewiyan bi rêxistin kir. Xwişka Anşê di sala 1887'an de birin pêşberî Qazî û bi hinceta 'nêzî 50 hezar kesî bi rêxistin kiriye û alîgirên xwe çekdar kiriye” sirgûn kirin. Dema doz berdewam bû 30 hezar kes li cem wî sekinîn. 2 sal piştî sirgûnê hat efûkirin. Paşê, ew bi hêztir vegeriya. Li hemberî polîtîkayên Osmaniyan ên li dijî Elewiyan li ber xwe da. Di dîrokê de weke jineke pêşeng a ku polîtîkayên asîmîlasyonê têk bir, cihê xwe girt.
Îro jinên Elewî xwedî pirsgirêkên bêhempa ne. Bi rastî jî dozger nasnameya Elewî ya hevala me birêz Gulfer wek sûc nirxand! Polîtîkayên ku Elewiyan ditirsînin tên hilberandin. Komkujiya Çorumê, Gazî û Mereşê dîtin.”
'JI TÊKOŞÎNA JINA KURD DITRISIN’
Sebahat Tuncel jî ev nirxandin kir:
"Rola jinê weke ku ji kapîtalîzmê re karkeran bînê dinyayê hatiye diyarkirin. Jin herî zêde di aboriya diyarî û debara xwe de cih digirin. Nîqaşên li ser berdêla keda malê ji aliyê tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê ve tên meşandin."
Êrîşên dewletê yên li ser jinên Kurd û krîmînalîzekirina rêxistinên jinan nîşaneya tirsê ye. We hevserokatî jî wek sûc danî pêşiya me. Yek ji sûcdariyên li Aynûr Aşan jî parastina 'Hevserokatiyê' ye. Di serdegirtinan de hemû xebatên têkildarî jinan hatin desteserkirin. Ev desteserkirina keda jinan e. Ji ber ku jinên Kurd têkoşîna civakî dimeşînin hikûmeta AKP'ê ji jinên Kurd tirsiya. Li hemberî hemû zextan em hê jî di hevserokatiyê de israr dikin.
Têkoşîna azadiya jinê ya bi pêşengiya jinên Kurd ji cîhanê re bûye mînak û Tirkiye dixwaze tevgera jinên Kurd darizîne.
TIRKIYE LI ALIYÊ DAÎŞ’Ê SEKINÎ
Garaz hewl dide daxwazên edaletê yên gelê Kurd krîmînalîze bike. Li dijî Kurdan sîstemeke hiqûqî ya dualî tê sepandin. Gultan Kişanak ku rastiya girtîgeha Amedê herî baş dizane, niha li vê dadgehê li dijî tundiya dewletê têdikoşe.
Ji ber ku me got em li hemberî çeteyên ku jinan li sûkan difiroşin û mirovan dikujin li kêleka jinên Kurd disekinin û ji ber ku em bang li jinên cihanê dikin ku bibin yek, em li vir tên darizandin. Ev doz doza şermê ye. Di dema ku cihan ji bo jinên Kurd ji hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar bûne li çepikan dide, Tirkiye li aliyê DAÎŞ’ê sekinî. Weke desthilatdar û hevkarên wan ên ku vê darizandinê didomînin hûn jî dê di rûpelên tarî yên dîrokê de cihê xwe bigirin. Em krîmînalîzekirina têkoşîna xwe ya jinan qebûl nakin."
Rûniştin dê sibê saet 10.00’an berdewam bike.