Dozger xwest heta 30 salan cezayê girtîgehê li Hevşaredara Bismilê were birîn
Derbarê Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer a ku peywira wê hatibû desteserkirin, heta 30 salan cezayê girtîgehê hate xwestin.
Derbarê Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer a ku peywira wê hatibû desteserkirin, heta 30 salan cezayê girtîgehê hate xwestin.
Derbarê Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer a ku peywira wê hatibû desteserkirin, bi sûcdariya ‘endama rêxistinê ye’ doz hatibû ve kirin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Amedê hate kirin. Ozer tevlî rûniştinê nebû. Parêzerên Ozer, Mehmet Emîn Aktar û Serhat Karaşîn tevlî rûniştinê bûn.
Dozger xwest ji 15 salan heta 30 salan cezayê girtîgehê li Ozer were birîn.
Heyeta dadgehê ji bo ku parêzer parastinên xwe amade bikin doz taloqî 6’ê Sibatê kir.